Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin 2020-05-27 15:52:15   STENBOL - Jinên elewî bertek nîşanî hewldana îqtîdara AKP'ê ya ku dixwaze efûya îstîsmara bike qanûn û di meclîsê re derbas bike, dan. Jinên elewî bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir û xwest her kes bertek nîşanî vê yekê bidin. Jinan destnîşan kirin ku di salên 2002 û 2019'an en dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin.       Komek jinên Elewî yên li Stenbolê dijîn, li dijî hewldana hikûmeta AKP'ê ya ku dixwaze zagonê efûya îstîsmarê bîne meclîsê û rê li pêş zewaca zarokan û bi tecawizkaran re veke, li  Qada Kartalê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek nûnerên rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Îstîsmar sûc e, wî pak neke, darizîne, Peymana Îstanbulê pêk bîne" vekir. Li ser navê komê Songul Tunçdemir, diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim ser îstîsmara zayendî bincil dikin û wiha got: "Faîlên mêr her tim ji aliyê dadgeha serdest ve tê parastin û pak kirin. Bi vê yekê jî qayil nabin, bi zagonek nû dixwazin îstîsmara zayendî bikin zagonî.    JI 4/1 ZAROK LI HUNDIRÊ MALÊ HATIN ÎSTÎSMARKIRIN     Tunçdemîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê di navbera salên 2002-2019'an ên dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin û ji 4 zarokan 1 li malê hatin îstîsmarkirin û got: "Bi vê efûyê dê sûcê îstîsmarê zêde bibe. Divê her kes li dijî vê zagonê dengê xwe bilind bike. Divê peymana Stenbolê têxin neriyetê."