Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin 2020-05-27 10:14:20 STENBOL – Bi kanên xîzê, madenê û HES’an xwezaya bêhempa ya Derya Reş tê talankirin. Xelkê Dery Reş li dijî talanê têdikoşe û banga dij derketina talana ekolojiyê ya li çar aliyê welat pêk tê kirin.    Derya Reş biz ozan, gelî, daristan û xwezaya xwe ya bêhempa tê nasîn. Di salên dawî de gelek deverên Derya Reş bûye nvenda talana ekolojiye. Ji bo zozanan ji îmarê re vekin bi hezaran dar dibirin. Santralên Hidroelektrik (HES) newal û geliyan ziha dike. Lêgerîna bi siyanûr a madenê bi awayek mezin bandorê li ser çandiniya findik û çayê dike. Xelkê herêmê debara xwe bi çandiniya çay û findikan dike. Xelkê herêmê ku li dijî talana xwezaya xwe û axa xwe derdikeve bi zextan re rûbirû dimînin. Xelkê herêmê bi pêşengiya komele û platformên li dijî talanê hatine avakirin têdikoşe û banga dij derketina talankirin xwezayê kir.    GELIYÊ KAMÎLET TÊ TUNEKIRIN    Endama Platforma Xwezayê ya Arhavî ku li dijî projeya HES’ê ya li Geliyê Kamîlet demek dirêje têdikoşin Leyla Ongel diyar kir ku ji ber zivistanê ew nikarin xwe bigihînin gelî zûbizû projeyê qedandine û ev proje ji destêpêkê heta dawiyê Geliyê Kamîletê tune dike. Ongel got projeya HES’ê xwezayê wêran û qirêj kiriye.    Onegel anî ziman ku Geliyê Kamîletê cihek taybet e û ew dixwazin geliyê xwe rizgar bikin û da ku siberojê zarok û neviyên wan xweşikiya warê xwe bibînin.    LI BORÇKAYÊ TÊKOŞÎNA GUNDIYAN BI SER KET    Şêniyê ji gundê Çîftekopru ya girêdayî navçeya Borçka Artvînê Alî Koyûncû jî da zanîn ku ew li dijî projeya kana xîza ku tê xwestin li gundê wan were çêkirin têdikoşin û bi têkoşîna ku dane ji bo demekê şîrket hatiye rawestandin. Koyûncû diyar kir ku ji bo proje ji binî were betalkirin têkoşîna xwe didomînin û ew naxwazin gundê wan jî wek Heskîfê û deverên din lê were. Koyûncû ji bo parastina ax, av û xwezayê bang li çar aliyê Tirkiyê kir ku xwedî derkevin.    JI BO ZOZANÊN HAÇKA DI NOBETÊ DE NE    Şêniyên Zozanên Haçka ya girêdayî navçeya Duzkoya Trabzonê jî li dijî birîna dar û deviyên xwe Platforma Hawîrdorê ya Çayirbagi ava kirine. Berdevkê Platformê Yakûp Cîvelek diyar kir ku ji roja dozer hatine zozanên wan di nobetê de ne û xelk ji bo ku darên xwe bi biryara çalakiya xwe bidomîne û heta ku birîna daran were sekinandin dê li ber xwe bidin. Cîvelek got niha wan birîna daran sekinandiye lê ew ê nobeta xwe bidomînin. Cîvelek da zanîn ku ew ê daristanên ji bav û kalên xwe dewr girtine û ji xelkê birîna xelkê parastine û dê ji îro şûnve ji dewletê jî biparêzin.    DARISTAN Û BAXÇE TÊN TUNEKIRIN    Endamê Platforma Hawîrdorê ya Ordûyê Eren Atasoy jî diyar kir ku lêgerîna madeyê bi siyanûr a li herêma navçeya Fatsayê daristan û darên wan findikan tune dike û ava herêmê jî qirêj dike. Atasoy da zanîn ku axa herêma Derya Reş bi projeyên wek kanên xîzan, kanên madene û HES’an tê talankirin û ew dixwazin tenê ne we her kes xwedî li ax, av, daristan û gundên xwe derkeve.    ‘EM BI HEV RE PROJEYÊN WAN RAWESTÎNIN’    Berdevkê Platforma Hawîrdorê ya Samsûnê Mehmet Ozdag jî destnîşan kir ku piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an li hemû naçeyên Samsûnê înşat û maden bi lez zêde bûne û li navçeya Çarşambayê dixwazin stralên hîdroelektrîkê tune bikin. Ozdag got li navçeyên wek Kavak, Vezîrkoprû, Havza û gelek deverên din ku ji 12 hezar hektarî pêk tê karê lêgerîna madenê dane destpêkirin û bi vî awayî her dever tê talankirin. Ozdag anî ziman ku herêm bi fabrîkayên çîmento û kanên xîzê tê tunekirin û kirine ku xelk nikare li herêmê bijî. Ozdag xwest ku gundiyên herêmê li dijî vê talanê derbikevin. Ozdag bang li parêzvanên xwezayê yên çar aliyê Tirkiyê kir û got: “Em dikarin hemû bi hev re talankirina xweza û axa xwe rawestînin û fersendê nedin polîtîkaya ranta AKP’ê.”    MA / Tolga Guney