Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye 2020-05-27 09:16:26 STENBOL - Berxwedana Gezî ku hemû beşên civakê tevlêbûn û bi rojan berdewam kir, 7 sal li pey xwe hişt. Di çalakiyan de polîsan 12 çalakger kuştin. Bavê Mehmet Ayvalitaş ê hat kuştin Alî Ayvalitaş, 12 kesên hatin kuştin bibîr anî û got: "Tu carî ruhê Gezî winda nabe û ev ruh her tim zindî ye."    Di 27'ê Gulana 2013'an de, dema darên li Parka Geziyê ya Taksîmê hatin jêkirin, bi sedan welatiyan bertek nîşan dabûn. Piştî polîsan mudaxileyî welatiyan kir bûyera civakî di 31'ê Gulanê de berbelav bûn û di demeke kin de li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di van bûyerên navbirî de ku nêzî 2 mehan dewam kir, li gorî daneyên Yekîtiya Bijîkên Tirk (TTB), 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî ji ber fîşekên gazê yên polîsan kor bûne. Di nava wan de Berkîn Elvanê 14 salî, piştî birindar bû 269 rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê li ber xwe da û di 11'ê Adara 2014'an de jiyane xwe ji dest da. Di çalakiyên Parka Gezî de bi deh hezaran kes derketibu kolanan û polîtikayên hikûmeta AKP'ê şermezar kiribûn. Di bûyeran de polîsan bombeyên gazê û fîşekên gazê êrîşi çalakgeran kiribûn. Di çalakiyan de bi hezaran kesên di navde Kurd, Tirk, Çerkes, Ermenî, Laz, Ereb, Musluman, Xiristîyan, Elewî û gelek reng û baweriyên din hebûn hatin cem hev. Dîsa girseya HDP, MHP, CHP jî di navde hatin li hev kom bûn. Endam û rêveberên sendîka, komele û odeyan jî tev li vê çalakiya girseyî bûn. Ji 7 salî heta 70 salî daketin qadan. Çalakiyên ku li Taksimê li dijî birîna darên Gezî dest pê kir li hemû bajaran belav bû. Bi taybetî çalakî li Enqere, Îzmir, Mêrsîn, îzmît, Konya, Manîsa Hatay û gelek cihên din geş bûn. Li bajarên din jî girse rastî êrîşa polîsan hat. Di navbera 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîrana 2013’an gelê Tirkiye tev li ser piyan bû. Piştî demekê qad ji çalakgeran re ma, Koordînasyon Berxwedana Parka Gezî daxuyanî da diyar kir ku wan berxwedan zîviranndiye nobeta parkê û rêxistin û komeleyên beşdarî çalakiyê bûn êdî dorveger li parkan nobet girtin. Roja dîtir bi tevlêbûna rewşenbir û hunermendan serkeftina berxewdanê hat pîrozkirin û şahiyek mezin li dar xistin.    Piştî polîsan dîsa dest bi mudaxaleyan kir û xwest çalakiyê asteng bikin, çalakgeran dest bi çalakiya "Mirovê radiweste" kirin. PişTî hikûmetê biryara mudaxaleyê girt, polîsan dîsa mudaxale kir û bi sedan kes hatin binçavkirin. Di bûyeran de 10 kes kor bûn. 91 kesan ji ber bombeyên gazê travma serî derbas kirin. Polîsan di 15 rojan de 150 hezar bombeyên gazê avêtin. Bi tonan ava şit avêtin. 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de çalakger Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert, Berkin Elvan, Medenî Yildirim, Ahmet Atakan, Mehmet Îstif, Serdar Kadakal, İrfan Tuna, Zeynep Eryaşar, Selim Onder di çalakiyan de bi guleyên polîs û eskeran jiyana xwe ji dest dan.    DOZA GEZÎ 6.5 SALAN BERD8EWAM KIR   Doza Mehmet Ayvalitaş ê jiyana xwe ji dest da 6.6 salan berdewam kir. Danişîna doza polîs Mehmet Gorkem Demîrbaş û Cengiz Aktaş ên bûn sedema kuştina Mehmet Ayvalitaş  bi suçdariya "Bi zanebûn bûye sedema birîndarkirinê û kuştinê" li Edliyeya  Anadolu li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Kartalê  6.5  salan berdewam kir. Dadgehê di 21'ê Cotmeha 2019’an de der barê 2 polîsan de biryara beraetê da. Malbatan seri li dadgeha jor dan.    ‘RUHÊ GEZÎ HER TIM DIJΠ   Bavê Mehmet Ayvalitaş Ali Ayvalıtaş, diyar kir ku êşa wan her tim nû ye û wiha got: "Eşa me û birîna ne hêj nû ye. Lê tu carî ruhê Gezî bi dawî nabe. Erdogan got 'Li Gezî gule berdan polîsan' Ev gotina derew e. Tu rastî u bingeha vê yekê tune ye. Yên vê gotinê dikin tu para xwe ji mirovahiyê negirtine. Îqtîdarê darbeya herî mezin ji çalakgiyên Gezî xwar. Ji ber ber vê yekê êrîeşî çalakiya Gezî kirin. Ruhê Gezî her tim wekî xwe zindî ye û dê her tim zindî be."    MA / Sadiye Eser