Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê 2020-05-27 09:13:34 ENQERE – Endamên Hiqûqa Civakiyiyê Îlyada Doga Karaman û Çîgdem Kolot, anîn ziman ku di dema şewbê de li dijî şideta li ser jinê baş tevdîr nehatine girtin û gotin: "Dîsa jin bi hawariya hev de çûne û bûne dengê hev."    Hiqûqa Civakiyiyê ku piraniya wê ji parêzeran pêk tê, di pêvajoya Covîd-19'ê de ji bo bal bikişîne ser şideta li ser jinê bi beşdarîbûna gelek jinên ji 30 welatên cuda kampanyaya bi navê "Di mal de bimîne lê bêdeng nemîne, têkoşîna jinê jiyan e" da destpêkirin.    Parêzer Îlyada Doga Karaman û Çîgdem Kolot jî di nav Hiqûqa Civakiyiyê de cih digirin. Her du parêzeran pirsên me yên der barê kampanyaya hatiye destpêkirin û sedemên şideta li ser jinê û polîtîkayên têkildarî jina yên di pêvajoya pandemiyê de bersivandin.    DI DEMA PANDEMIYÊ DE ŞIDETA LI SER JINÊ   Karaman, diyar kir ku di dema pandemiyê de şideta li ser jinê zêde bûye û sedemên wê jî bi vî awayî bilêv kirin: "Bi şewbê re jin hepsî malan bûn û di van malan de tevî kiryarên şidetê dijîn. Berê gava jin bi şidetê re rû bi rû diman, alternatîfek wan hebû. Mesela gava alîkarî bixwestana cihekî ku biçiyana hebû, lê belê di dema pandemiyê de dewletê bi awayekî lez û bez tevdîr negirtin an jî polîtîkayek pêş nexist. Ji ber vê pergala ku baş nedişixulî di pêvajoya pandemiyê de jî niakribû bibe bersiv, lewma şideta li ser jinê zêde bû."    Kolot jî ji bo şideta li ser jinê ya ku di dema pandemiyê de zêde bûye got: "Beriya pandemiyê jî pirsgirêk hebûn. Jinên bi şidetê re rû bi rû diman gava diçûn qereqolan bi awayekî dîsa berê wan didan malê. Niha jî jinên serî li qereqolan didin bi hinceta pandemiyê dîsa berê wan didin malê." Her wiha Kolot, bal kişand ser xeta "Alo 183" ya Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakê jî û got, ji ber ku ev xet ji bo bûyerên şidetê nehatiye çêkirin jin bi vê nî nikaribûn xwe bigihînin tiştekî. Kolot, ji bo darazê jî destnîşan kir ku HSK'ê giştînameyeke ku pêkanîna qanûna jimare 6284'an girantir kiriye daye ber wan û got: "Daraza baviksalarî, beriya pandemiyê jî wekî astengekê derdiket pêşiya me, niha jî bi hinceta şewbê biryarên dûrxistinê nagire."    BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN SOYLÛ DAN   Her du parêzeran bal kişandin ser îdiayên Wezareta Karên Navxweyî ku gotibû di dema pandemiyê de şideta li ser jinê kêm bûye.    Ewilî Karamanê ji bo vê îdiayê axivî û got: "A rast daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ji bo me nîşaneya felaketekê bû. Çimkî ev yek jî nîşan dide ku şideta li ser jinê kêm nebûye, lê jin nikarin şideta ku pê re rû bi rû dimînin bilêv bikin."    Kolotê jî ji bo vê îdiaya navbirî pêşî pirsî, "Li seranserê cîhanê şideta li ser jinê zêde bûye, lê çawa li Tirkiyeyê kêm dibe?" Kolot, got: "Li gor kîjan daneyan kêm bûye? Hûn ayîna li maleke ku kiryarê şidetê lê ye li jinê ferz dikin, hûn biryara dûrxistina ji malê nadin, jin nizanin wê karibin biçin qereqolê ya na... Jina ku nikare dakeve kuçeyê û nizane wê serî li ku bide îjar wê çawa telefon bike û bêje 'tehde li min tê kirin.'"    'JIN BÛN DENGÊ JINA'   Parêzeran behsa kampanyaya ku dane destpêkirin û daxwazên jinan ên ji 30 welatên cuda daxilî nav kampanyayê bûne jî kirin.    Karaman, anî ziman ku wexta ewilî dest bi vê kampanyayê kirine zanibûne wê mirov bertek nîşan bidin, lê belê nizanibûn wê ev qasî belav bibe û bê bihîstin û got: "Hevaleke me daxwaz kir me ev kir bangawaziyeke navneteweyî ya li dijî şidetê. Bangawaziya me pir belav bû û ji 30 qelatî xwişkên me xwe gihandin me. Ji kesên xwe gihandin me, me hinan nas dikir; hevalên me yên ku me berê pev re xebatn hevpar kiribûn. Lê qismek jê jî me qet wan nas nedikir. Heya niha me tim behsa tiştên neyînî kir, lê li vira tiştekî ku jin behsa wê dikin û daxwaza dikin hebû. 'Belê em jî ji şidetê re dibêjin êdî bes e, em jî dibêjin divê jin mil bidin milê hev du û em dibêjin piştevaniya jina jiyan e lê di heman demê de em dibêjin ku hezkirin ji şidetê bilindtir e, piştevaniya jinê jiyaneke pev re, êdî wext hatiye ku hûn jî bertek nîşan bidin, hûn jî pirsgirêkên li derdora xwe bibînin û parve bikin.' Du encamên girîng derketin; 'mêr ji vîrûsa coronayê bêtir dikujin' û 'êdî em tehemûl nakin kesek din jî ji me biçe.' Di dawiyê de em ê der barê kampanyayê de raporekê amade bikin."    Kolot jî diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de çendî ku jinan li ser hev bang kir û hişyar kir jî dewletê ji bo şidetê xwe li nedîtinê daniye û ji bo vê tiştek nekiriye û got: "Ji ber vê jinan dîsa ligel jina li çareyekê geriyan, xwegihandin rêxistinên jinan an jî parêzerên jin. Dîsa jin bi hawariya jinan ve çûn û bûn dengê hev. Careke din derket holê ku ka dirûşmeya 'piştevaniya jinê jiyan e' çi qas girîng e."    MA / Zemo Aggoz