SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê 2020-05-26 16:29:41   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê diyar kir ku Tirkiye û Rûsya komên çekdar ên li Sûriyeyê dişîne Libyayê û dixwaze wan li dijî hêzên Halife Hafter bide şerkirin. SOHR'ê anî ziman ku Rusya jî çekan dişîne Libyayê.    Tirkiye û Rûsya hêzên çekdar û çekan ji Sûriyeyê dişîne Libyayê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku heta niha ji kesên çekdar ên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê 318 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de 18 zarok in. Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiye çeteyên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku li kêleka hikumeta Wîfaq a Lîbyayê şer bikin. Ji bo şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve delal û simsar çêbûne û li gorî hejmara çeteyan, sûdê digirin. Çavkaniyan ji SOHR’ê re got li parêzgeha Idlib û Helebê bi dehan delalên ku propagandaya şerê li Lîbyayê dikin, hene û xelkê bi pereyên zêde û fetwayên îslamî teşwîq dikin. SOHR’ê piştrast kir ku delal serê her çeteyekî 100 dolar werdigirin. Zarokên kêmî 18 saliyê bi şertê ku zarok beriya niha hatibe perwerdekirin û tev li şeran bûbe, digirin. Hejmara çeteyên Tirkiyê ku li Lîbyayê hatine kuştin, bû 318, ji wan 18 zarok in ku temenê wan kêmî 18 salan e.   SOHR’ê diyar kir ku çeteyên hatine kuştin ên Lîwa El-Mutasim, Firqet Sultan Mûrad, Lîwa Siqûr E-Şemal, Firqet El-Hemzat û Silêman Şah in. Rûsya jî xelkên ji Sûriyê dike leşker û ber bi şer li Lîbyayê ve dişîne da ku li kêleka artêşa nîştîmanî şer bikin. SOHR’ê diyar kir ku heta van kêliyan hejmara çeteyên ku ji aliyê şîrketa Umniya ya Rûsyayê ve ber bi Lîbyayê ve hatine şandin, bû 450 çete û ew jî ji parêzgehên Reqa, Humis, Laziqiyê û Hesekê ne. Beşeke din jî li Laziqiyê li herêma baregeha Himemîm a leşkerî ne da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişînin. Çavkaniyan ji SOHR’ê re anî ziman ku çete ji bo biçin Lîbyayê û li kêleka hêzên Hefter li dijî hikumeta Wîfaq şer bikin, hezar dolarî digirin.