Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir 2020-05-26 16:14:27   SÊRT - Li Sêrtê Adulbaki Y. yê xebatkarê marketekê bû, piştî bi vîrûsê ket û xistin qerantînayê jiyana xwe ji dest da.    Li Sêrtê kesekî bi vîrûsa corona ket jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Sêrtê daxuyanî da û anî ziman ku li taxa Bahçelievler a Sêrtê xebatkarekî marketê bi vîrûsê ket û 7 roj berê xistin xerantînayê. Piştî qerantînayê li marketê test kirin û testa 7 xebatkaran pozitif derket. Ji 7 kesên xistin qerantînayê Abdülbaki Y., li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.