Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye 2020-05-26 14:46:11   AMED – Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng, 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin li Stenbolê di bin peyarêyê ya Kilyosê de veşartin xêz kir.       Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng ku mehane weşanê dikir û ji ber vîrûsa koronayê navber da weşana xwe bûyerek grîng û xemgîn xêz kir. Zrîngê 261 cenazeyên di kanûna 2017’an de ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û pişt re ku li Goristana Kilyosa Stenbolê di qûtiyên plastîk de di bin peyarêyê de veşartin xêz kir.   Zrîngê dayikek kurd ku xwe xwar kiriye û peyarêya di bin de cenaze hatine veşartin maçî dike vedibêje û wiha gotiye “Hûn min li ku veşêrin jî dayika min dê min bibîne.”