Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî 2020-05-26 14:05:33 AMED - Nivîskara Rojnameya Xwebûnê Derya Aydin, bi sernavê "Jenosîda bîra civakî" li ser êrîşên li dijî cenaze û goristanan nivîsî û diyar kir ku ji despêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha, li dor çarçoveyeke nekropolîtîk, bêgorkirin/bêmezelkirin wek siyaseteke bingehîn li dijî kurdan tê meşandin. Aydin, anî ziman ku bi taybetî ji serê salên 90’an yên bi şer, pevçûn, koçberkirin û îşkenceyê heta niha (ji bilî salên 2013-2015’an) jiyana xwe ji dest dane, pêvajoyeke taybet tê meşandin û got: "Em îro nizanin ku di wan salan de çi hatin qewimîn, kî çawa û bi çi awayî hat kuştin/wendakirin. Lewra em nizanin gora wan li ku ye?"    Rojnameya Xwebûnê ku heftane çê çapkirin, bi hêjmara 23'emîn derket. Rojnameyê vê hefteyê nivîsa Nivîskar Derya Aydin derxist manşeta xwe û bi manşeta "Jenosîda bîra civakî" derket. Nivîskar Derya Aydin, di nivîsa xwe de bal kişand ser feraseta êrîşên li dijî gorên Kurdan. Aydin, di gotara xwe de anî ziman ku bi mirinê re tenê jiyanek nîvco namîne û got: "Her wekî din berxwedan û têkoşîna nîvco mirî jî dimîne û ev yek jî motîvasyona berdewamkirina wê têkoşînê li ser yên mayî ferz dike. Lewre yên mayî, berxwedana wan a nîvcomayî li ser xwe ferz dikin."      Gotara Derya Aydin a li ser têgehên "Mirin, birîn û şînê" radiweste wiha ye:    "Mirin, di hişûbîra mîmetîk a civakan de teqabûlî têgehiştinên curbicur dike. Di dirêjahiya dîrokê de, ji felsefeyê heta antropolojiyê, ji psîkolojiyê heta anatomiyê; ji zanistên civakî heta zanistên pozîtîf, têgeha mirinê bûye mijara gengeşeyê ya gelek dîsîplînan. Her çend di gelek zanistan de hatibe gengeşekirin jî, mirov dikare bibêje ku mirin diyardeyeke metafîzîk e. Di van demên dawî de, xerakirina goristanan û êrişên li ser miriyan, careke din hovîtiya nekropolîtîk a desthilatdaran radixe ber çavan. Helbet ev pêşk û polîtîka, tenê nosyoneke “hovîtiyê” nîn e. Di vê polîtîkayê de tiştê girîng ew e ku mirov mekanîzmayên desthilatiyê yên li ser meşandina vê polîtîkayê fehm bike. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim da projeksiyoneke nekro-polîtîk û panorameyeke giştî ji rabirdûyê heta niha raxim ber çavan.    Her çend mirin wek jiyanê mefhûmeke siruştî be jî, bi mirinê re jiyan qut dibe anku tê merheleyeke dîtir. Lewre têkiliya mirovan a bi mirinê re ne wek fikrî lê wek diyardeyekê derdikeve meydanê. Ji ber karekterê wê yê mutleq, mirin wek hijmetekê tê têgehiştin. Lewre jî di serencama bedenî anku biyolojîk de wek momentekê ye ku ji rehên xwe werdiçerxe. Ji ber ku mirî, her wekî din aîdî dinyayê ne lewre di rîtûelên civakî de ew her hene û her dijîn.  Di nav hemû civak, bawerî û îdeolojiyan de hurmeteke mîmetîk li miriyan tê nîşandan û xizmên wan, nas û dostên wan, piştî mirinê tên ziyaretkirin, seferberiyeke giştî bo hevxemiyê û palpiştiyê derdikeve meydanê. Bi seremoniyên veşartinê yên miriyan, hafizeya civakî careke din tê avakirin û şîn tê girtin, xwarin tê xwarin. Di seremoniyên şîngirtinê de hin kes li xwe dixin, hin kes porê xwe dibirrin, dua dikin an reş girêdidin. Ji ber ku roleke terapîk dilîze, di heft û çilê wan de mirî tên yadkirin. Ji bo ku dewsa ling û bedena miriyan her aîdî vê dinyayê bibe, ji wan re gorek tê çêkirin, wek nîşana aîdbûna vê dinyayê jî kêlikek tê danîn. Lewre di navbera goristan û şîngirtinê de têkiliyeke xurt heye. Goristan  ne tenê nîşana rêzgirtina miriyan e, her wekî din ji bo nas û dostên miriyan jî pêvajoya şîngirtinê temsîl dike. Loma şopên herî watedar li goristanan tên avakirin. Loma wan li keviran xist dewsa lingên xwe, bi xwe bar kirin û çûn.   ŞÎNXANEYEK NE DAÎMÎ: KURDISTAN   Li Kurdistanê wek gelek tiştan, ev demeke dirêj e, berevajî pêvajoya wê ya “siruştî” şîna miriyan ku di şerê li gel dewletê de jiyana xwe ji dest dane jî li gorî karekterê wê yê etno-kulturî nayê girtin. Nemaze ji despêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha, li dor çarçoveyeke nekropolîtîk, bêgorkirin/bêmezelkirin wek siyaseteke bingehîn li dijî kurdan tê meşandin. Lê bi taybetî ji serê salên 90’an yên bi şer, pevçûn, koçberkirin û îşkenceyê heta niha (ji bilî salên 2013-2015’an) jiyana xwe ji dest dane, pêvajoyeke taybet tê meşandin. Em îro nizanin ku di wan salan de çi hatin qewimîn, kî çawa û bi çi awayî hat kuştin/wendakirin. Lewre em nizanin gora wan, cihê wan li ku ye. Fragmana xerabiyê ya bedena miriyan, di hişûbîra civaka kurd de zindî ye; gelek caran bedana rût a miriyan hat teşhîrkirin, ew bi ser hev hatin rêzkirin, wêneyên wan hatin girtin û teşhîrkirin, organên wan hatin jêkirin û li derve hatin hiştin da ku bedenên wan bibin xurê ajalan. Di şer de, gelek kes bi darê zorê hatin wendakirin, bedena wan li ser riyan hatin hiştin û di çalavan de hatin veşartin. Nemaze piştî salên 2000’an, bi xebatên hatî kirin, ev derketin meydanê.   CUDAKARIYA ŞÎNÊ YA GIRSEYÎ: HÎYARERŞIYA ŞÎNÊ   Heta niha, ne di salên 90’an de ne jî îro, tu carî qetlîamên li Kurdistanê pêk anîn û îşkenceyên li bedenan hatin kirin, li nav civaka Tirkiyeyê nehatin axaftin. Ev bêdengî her wekî din înkarkirina hebûna kurdan bû. Şîngirtina miriyan wek tawanekê hat qebûlkirin û lewre hat qedexekirin. Mirina hêzên dewletê li dor çarçoveya mîtolojiya şehîdbûnê hat pîrozkirin, lê wek zindiyên kurdan, miriyên wan jî bi heman rengî hatin înkarkirin û şîna wan hat qedexekirin. Ev hiyerarşiya şînê wek normeke sereke li ser civakê hat ferzkirin. Kesên ku hatin kuştin ne wek “kuştî” hatin binavkirin, ew wek “berterefkirî” û bedena wan jî wek “leş” hat pênasekirin. Dîsa bi tundî seremoniyên şînê yên malbatan hatin qedexekirin, cenaze hatin desteserkirin. Li Kurdistanê bi hezaran malbat dev ji têkoşîna aqûbeta xizmên xwe bernedan. Ev reftar her çend wek hovîtiyê bên fehmkirin jî, di rastiyê de ev bi awayekî sîstematîk wek parçeyekî muemeleya li dijî kurdan derkete meydanê. Bi hezaran malbat, li pey hestiyên nasên xwe ketin da ji wan re gorekê çêbikin. Lewre jî qedexekirina şîngirtinê, “mirineke dubare” bû ji bo malbatan. Kaşkirina bedena Hecî Loqman Bîrlîk, sekinandina bedena Dayika Taybet bi rojan li kolanan, teşhîrkirina bedena Kevser Elturk, xerakirina goristanan, astengkirina veşartina termê Xatûn Tugluk, xerakirina goristana li Bedlîsê û neqilkirina termê 267 kesan bo Stenbolê, şandina termî bi riya kargoyê û gelek reftarên bi vî rengî vê pirsê tîne bîra mirov: dewlet ji miriyên kurdan çi dixwaze?   HÊZ Û SIRÊ MIRIYAN Û SÎNORÊ DESTHILATIYA DEWLETÊ   Êrişên li ser goristan û miriyên kurdan, nîşana hêz û bandora miriyan a li ser civakê ye. Lewre mirov dikare bibêje ku ji ber vê karekterê wê nemaze ew rastî êrişên sîstematîk tên. Bi taybetî di merasima veşartina Vedat Aydin de, ku bi hezaran kes beşdarî kiribûn, ev hêz û bandor bi awayekî zelal aşkera bûbû. Dîsa serborî û berxwedana Dayikên Şemiyê ku tu bend û bariyerên dewletê nas nakin jî vê yekê dide der. Nemaze wendakirina bi darê zorê, “mirina derasayî” vê hêz û bandorê hê zêdetir dike. Ev hêz tenê ne di nezera civakî de, her wekî din di warê siyasî de jî encamên girîng bi xwe re aniye. Hemû nimûneyên bi vî rengî vê rastiyê careke din aşkera dike: bi mirinê re tenê jiyanek nîvco namîne, her wekî din berxwedan û têkoşîna mirî jî nîvco dimîne û ev yek jî motîvasyona berdewamkirina wê têkoşînê li ser yên mayî ferz dike. Lewre yên mayî, xwe dixin şûna miriyan û berxwedana wan a nîvcomayî li ser xwe ferz dikin.   LI DIJÎ NEKROPOLÎTÎKA Û JENOSÎDA HIŞ Û BÎRÊ; ŞÎN BERXWEDAN E   Hemû pratîkên li dijî miriyên kurdan ên dewletê, bi awayekî tesadûfî pêk nehatine. Lewre ev pratîk, li Kurdistanê car caran ne sext bin jî, di esasê de teqabulî polîtîkayeke sîstematîk a dewletê dike. Bêgorkirina/bêmezelkirina kurdan, meseleyeke ne nû ye. Dewsa gora Şêx Seîd û Seyîd Riza îro jî nayê zanîn û ev yek jî nîşan dide ku ev polîtîka bi awayekî sîstematîk nêzî sed salan e tê meşandin. Bi nekropolîtîkayê armanc ew e ku desthilatî bê qayîmkirin, lê şîngirtin, wê desthilatiya vediçirîne û erkeke wê ya berxwedanekê heye. Ev nekropolîtîka, wek berdewama bîopolîtîkayê ye ku ne tenê li Kurdistanê, li Filistîn û Arjantîn jî di nav de, li gelek welatên cîhanê tê meşandin. Ev wek kodeke bingehîn a dewletan e ku dewleta Tirkiyeyê jî vê polîtîkayê li dor çarçoveya avakirina nasnameya tirkbûnê wek xaleke bingehîn dibîne.   GORISTAN PÊVENDIYA HIŞ Û BÎRA CIVAKÊ YE   Pêwendiya goristan û tarîxê, nemaze di du sed salên dawî de ji aliyê ilmê antropolojiyê ve gelek hatiye pêkolekirin. Hema hema di nav temamî civakan de geh bi awayekî nivîskî, geh jî bi awayekî mîmetîk, mirin di çêbûna hişûbîra civakî de nosyoneke sereke ye. Li dor çarçoveya wan xebatan de mirov dikare bibêje ku “tarîx li mezelan dest pê dike”. Lewre goristan, di çêbûn, pêşveçûn û belavbûna tarîxê de roleke sereke dilîze. Di kolanên arkeolojîk de, di Lahîtan de û li gelek der û deverên cîhanê, ev pêwendî di ronîkirina gelek babetan de derketiye meydanê. Mezel di vê çarçoveyê de wek neynikeke tarîxî ye. Êrişên li dijî goristanan jî di vê çarçoveyê de gelek zelal xuya dibin.   ÊRÎŞA GORISTANAN JENOSÎDA HIŞ BÎRA CIVAKÊ YE   Di navbera salên 2013-2015’an de ew goristanên hatibûn avakirin ên kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, mirov dikare wek cihên hafizeyê pênase bike. Ji bo hişûbîra civaka kurd, ev cih xwedî taybetmendiyeke girîng e û derbarê serboriya berxwedaneke bi salan de, malûmatên giranbuha di nav xwe de dihewîne. Di vê çarçoveyê de goristana li Dêrsimê hatibû avakirin, yek û yek wek cihekî yadkirinê hatibû avakirin. Nemaze kesên di sala 1938’an de hatibûn kuştin, di wê goristanê de hatibûn veşartin û êrişên li ser wan goristanan, geh wek neynikeke tarîxî roleke sereke dilîze, geh jî êrişên li ser wan destnîşan dikin ku, dewlet bi tu awayî naxwaze ew hişûbîra civakî ya xwe dispêre rabirdûyekê bê avakirin. Di wê goristanê de hestiyên berxwedêrên eşîra Heyderan ên ji geliyê Laçê hatibûn komkirin hebûn. Hestiyên kurdên berxwedêr ên di sala 1938’an de hatibûn qetilkirin û yên di salên 1990’an de jiyana xwe ji  dest dabûn di wan goristanan de li gel hev bûn. Lewma ew goristan, ne tenê berdewamiya şideta li dijî kurdan destnîşan dikir, her wekî din, hişûbîra berxwedaneke domdar nîşan dida. Êrişên dewletê yên li dijî wê goristanê, di vê çarçoveyê de baştir tên fehmkirin.   Xerakirina goristanan, neqilkirina hestiyan bo cihên bêdê û bêbav, li gel taybetmendiya xwe ya “hovîtiyê” teqabûlî êrişeke sîstematîk û domdar a li dijî çêbûna hişûbîra civaka kurd dike. Piştî bidawîkirina proseya aştiyê, dewletê cara yekem êrişî goristanan kir û lewma ev yek ne tesadufî bû. Ji ber ku li gorî kodên damezirîner ên dewletê, hafizeya civakî ya kurd divê neyê avakirin û ji bo wê çiqas hovîtî be jî, divê ew bihata xerakirin. Çimkî goristan navendên berxwedanê ne û xerakirina wan jî nîşaneya avakirina desthilatiya dewletê ye. Çimkî termê ku li axê tê veşartin, hikmê xwe jî li ser axê ferz dike. Anku veşartina termê li axê, kolana hafizeyê ya li ser axê ye. Lewma êrişên li ser goristanan jenosîdeke li dijî hişûbîra civaka kurd e "   Hûn dikarin nuçeye ji linga bixwinin