Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê 2020-05-26 13:26:22   WAN – Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, mirina bi guman a leşkerê ku li Wanê dema nobet girtinê jiyana xwe ji dest dabû, bir rojeve meclisê.   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, mirina bi guman a leşkerê bi navê Ahmet Turelî ku hefteya borî li Wanê dema nobet girtinê jiyana xwe ji dest dabû, bir rojeve meclisê. Orhan, têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bi bersivîne pêşnûmerpirsekê da Serokatiya Meclisê.   Orhan, bi bîr xist ku di navbera salên 2002-2013’an de ji hezarî zêdetir leşker bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û xwest ku ev gumanên li ser mirina leşker ji holê bên rakirin û bûyerên mirina leşkeran bên ronîkirin. Orhan, da zanîn ku Ahmet Turelî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye û têkildarî mirina Turelî ev pirs ji Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar kir;   “* Derbarê mirina Ahmet Turelî de lêpirsîneke ku hatibe destpêkirin heye?   * Ahmet Turelî kîjan roj û saet hewl daye întîhar bike. Ev rewş çiqas dem şûnde hatiye tespîtkirin? Ddema gihandina nexweşxaneyê çiqas e? Heke dereng biribin nexweşxaneyê sedema vê yekê çî ye?   * Reşwa ku Ahmet Turelî 3 guleyan berî xwe daye çî ye? Di hewldana întiharkirinê de kesek dikare 3 guleyan berî xwe bide?   * Derbarê ku Ahmet Tûrelî bi kesên ku bi wan re leşkerî kiriye û fermandarê xwe re pirsgirêk jiyaye yan na de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Di navbera salên 2002-2020’î de çend leşkeran hewl daye ku întihar bikin?   * Di navbera salên 2002-2020’î de çend leşkeran întihar kiriye?   * Hejmara leşkerên ku di navbera salên 2002-2020’î de ji aliyê leşkeran ve hatine birîndarkirin û kuştin çend in?   * Derbarê sedema intihara leşkeran de lêkolîneke wezareta we heye?   * Ji bo kêmkirin û pêşîlêgirtina întîhar leşkeran xizmetên ku hûn didin û pişgiriya derûnî hene?   * Di navbera salên 2002-2020’î de hejmara leşkerên ku ji ber îşkence û memeleya xerab a li leşkeran ji peywirê hatine girtin çend in? Danekirinên din ku li van leşkeran hatine sepandin çi ne?