Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin 2020-05-25 21:02:53   AMED – Li Tirkiye 29 kesên din bi Covît 19 mirin. Heta niha kesên li Tirkiye bi şewba Covît 19 mirin gihişt 4 hezar û 369 kesan.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, têkildarî rewşa şewba vîrûsa Covit 19 ya 24 saetên dawî agahî dan û diyar kir ku di 24 saetên dawî de 29 kesên din bi vîrûsê mirine. Li gorî daneyên Koca di 24 saetên dawî de 29 kes bi vîrûsê mirin û 987 kesên nû bi vîrûsê ketin. Heta niha li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi vîrûsê mirin.