Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire 2020-05-25 16:54:22   AMED - Dilgeşê 3 salî yê bi dayika wî re şandin girtîgehê, bi nexweşê gurçikan e û derman dixwe. Dilgeş, ji ber ku revîra girtîgehê girtî ye, nikare dermanên xwe bigire. Kincên ji bo Dilgeş birin girtîgehê nedan wî.      Dilgeşê 3 salî yê bi dayika xwe Gonul Aslan re şandin Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê, dermanên xwe yên ji ber nexweşiya gurçik vedixwarin, ji ber ku revîra girtîgehê girtiye nikare dermanên xwe bigire. Dilgeş ê bi lez û bez bi dayika wî re şandin girtîgehê, ji ber ku kincên wî tenikin û roj li girtîgehê nade pir dicemide.   DIVÊ TESTA GURÇIKÊ BIKIN   Ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosa çû girtîgehê û hevdîtin bi dagika Dilgeş Gonul Aslan re kir. Dayika Dilgeş, derbarê rewşa Dilgeş de ev agahî dan: “Nexweşiya kêmbûyîna gurçikê bi Dilgeş re heye. Diviya bû em biçûna kontrolê. Lê ji ber şewbê me nekarî em wî bibin kontrolê. Divê filmê gurçikê wî bên girtin. Piştî cejnê me dê randevû bigirta. Me yê dest bi tedawiyek cuda bikira. Ji ber vê divê testa wî bê kirin. Li aliyekê aqlê min li ser Dilgeş û li aliyê din jî li ser zarokên li malê n e. Keçeke min 15 salî û kurekê min ê 7 salîn di malê de man. Du zarokên min tenê di malê de man û nikarin li xwe mêze bikin. Em 4 jin di qawîşên cuda de dimînin. Divê demildest Dilgeş ji girtîgehê derbikeve. Dema em anîn girtîgehê, me nekarî em kincên xwe bi xwe bînin. Ji bo ku Dilgeş necemide hevalên jin kincên xwe li wî dikin. Emê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Qawîşên em lê dimînin pir sarin û em di cemidin.”   KINCÊN WAN NEGITIN HÛNDIR   Parêzerên Komeleya Jinan a Rosa, diyar kirin ku wan duh ji bo girtiyan kinc birin, lê gardiyenan ji ber kêmbûna personelan kinc negirtin hûndir û wiha gotin: “Zarokek nexweş di wê sermayî de dimîne. Roja Çarşemê wê revîra girtîgehê vebe. Divê dermanên Dilgeş bên dayîn. Di heman demê de pêwîste ku testa Dilgeş bê kirin. Ji ber vê divê tavilê Dilgeş û dayika xwe bên berdan. Jiyana Dilgeş li girtîgehê di talûkê deye.”