Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê 2020-05-25 15:52:39   WAN - Gundê Gendelova yê Navçeya Tuşbayê xistin qerantinayê.    Li Wanê piştî li Gundê Gendelova yê Navçeya Tuşbayê 4 kes bi şewba vîrûsa (Covid-19) ketin, gund xistin qerantînayê. 2 roj berê, ji heman malbatê 4 kes nexweş ketibûn û li ser gumanan ew rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî kesên rakirin nexweşxaneyê testa wan a vîrûsê pozitif  derket, gund xistin qerantînayê. Piştî gund xistin qerantînayê eskeran ketin û derketina gund qedexe kir.