Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin 2020-05-25 15:47:37   STENBOL - Malbata Parêzer Aytaç Unsal û malbata Parêzer Ebru Timtik a ji bo mafê xwe 142 rojin di greva birçîbûnê e ye, bang li hemû parazvanên mafên mirovan û raya giştî kirin û gotin: “Em dikarin bi xwedîderketina zarokên xwe wan rizgar bikin."    Parêzerên girtî yên ji bo mafê xwe yê edaletê biparêzin ji 5'ê Sibata 2020'an heta niha di gireva birçîbûnê de ne. Parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk, piştî 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Malbatan têkildarî rewşa Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk têkildarî rewşa zarokên xwe daxuyanî dan. Malbatan bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî kirin û xwest bi hevre li parêzeran xwedî derkevin. Malbatan diyar kirin ku bi hevre li zarokên xwe xwedî derkevin û mafê wan biparêzin dikarin wan rizgar bikin. Malbatan anîn ziman ku bêyî cara dawî îfadeya parêzeran bigirin li Barkin Timtik 18 sal û 9, li xwişka wî Ebru Timtik 13 sal û 6 meh û li Aytaç Unsal jî 10 sal ceza birîn. Bi giştî 159 sal ceza li parêzeran birîn.    Malbatan anîn ziman ku parêzeren ketine grevê zû kiloyan didin û têkildarî rewşa Ebru Timtik wiha gotin: “Rewşa tenduristiya wê her ku diçe xerab dibe. Di hevditina dawî de hevokên xwe komî ser hev nedikirin. Bi taybetî şewba Covid-19  li Girtîgeha Silivrî belav bûye. Ji bo tedbîrê tu tişt nayê kirin. Em bi hevre dengê xwe bilind bikin û li mafê wan xwedî derkevin em dikarin zarokên xwe rizgar bikin."