Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve 2020-05-25 12:27:45 WAN - Ji 4 maşîneyên ku li navçeya Miksê ya Wanê di 4 - 5'ê Sibatê de di bin aşûtê de man, piştî helîna berfê 2 maşîne jê hatin dîtin.  Ji 4 maşîneyên ku li Navçeya Miskê ya  Wanê, di 4 û 5'ê Sibatê de di bin aşûtê de man û bû sebeba mirina 42 welatiyan, 2 maşîne piştî hilîna berfê hatin dîtin. Di bûyera aşûtê de 42 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 100 welatî jî birîndar bûbûn. Di 4'ê Sibatê de dema aşûta ewil ket, karkerên paqijiya Rêyan bi hawar maşînê çûbûn. Ji ber bi maşîneyên giran berf paqij kirin di 5'ê Sibatê de aşûta duyemîn hatibû û felaleta mezin bi xwe re anibû.