Li Wanê malek hat şewitandin 2020-05-25 11:52:53   WAN - Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar li Taxa Mûrataldi ya Payîzavayê malek şewitandin.   Li Taxa Mûrataldi ya navçeya Payîzava ya Wanê, di 23’yê Gulanê de mala malbata Koç hat şewitandin. Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, pençereya deriye pişta malê şikandin, mazot li malê kirin û dan ber agir. Şewat ji ber xwe ve vemirî û mal ket rewşekê ku nayê bi kar anîn. Ji ber ku ji malbatê kesek di malê de tune bû, kesekê jiyana xwe ji dest neda. Malbata Koç, diyar kir ku bi armanca gefê mala wan hatiye şewitandin. Emrah Koç, anî ziman ku berî demekê kadastro hatiye gundê wan û ji ber parvekirina erd dinavbera malbatan de pirsgirêk derketiye û dibe ku ji ber vê mala wan hatibe şewitandin. Koç dest nîşan kir ku ewê derbarê bûyerê de gilî bikin.