Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye 2020-05-25 10:26:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê ku di 25'ê Gulana 2018'an de dest bi weşanê kir, ket 2 saliya xwe.    Rojnameya rojane ya Yenî Yaşamê ku bi tirkî weşanê dike û di 25'ê Gulana 2018'an de dest bi weşanê kir, ket 2 saliya xwe. Rojnameyê di nivîsa edîtor de diyar kirin ku wan 2 sal berê bi ekîbekî nû û bi kelecanek nû ketin rê, ji ber hilbijartin li pêş wan bû diviya bû bi lez zend û bendên xwe badabûna. Di nivîsa edîtor de gotin: "Rojname piştî dest bi weşanê kir hilbijartin pêk hat û di hilbijartinê de gelek nelirêtî derketin pêş. Rojnameyê hemû nelirêtiyên pêş ketin nivîsî û kir manşet. Rojnameya Yenî Yaşam ku hewl dide bibe deng û rengê hemû beşên civakê, cih dide gelek nivîskaran. Hewl dide bibe dengê jin, zarok, ciwan, kedkar û hemû gelên Tirkiyeyê. Di vê roja ku Rojname ket 2 salan Musa Anter jî ket 100 saliya xwe û bûn neviyên Musa Anter ên nû. Ewil em bi çarpiyan çûn, niha em gav bi gav dimeşin. Her ku em zêde eleqe û bala we dikişînin, em bedelan jî didi ber çavan û em ê weşana rojnameya xwe berdewam bikin. Bi vê wesîleyê em Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya xwe Mehmet Ferhat Çelik û Midûre Karên Nivîsan Aydın Keser silav dikin.