Apê Musa 100 salî ye! 2020-05-25 10:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û Nivîskar Huseyin Aykol, ji bo Musa Anter ê 100 salî, ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsand û got: “Yên dibêjin Musa Anter di sala 1992'an de hat kuştin, xwe dixapînin. Di her nuçeya ku medya Kurd dinivîse û çap dike û di her gava ku gelê Kurd davêje de armanc û îdeayên Apê Musa û ruhê wî yê filozofî heye."    Çinara Gelê Kurd û Çapemeniya Kurd Musa Anter (Apê Musa) ket sedsaliya xwe. Musa Anter ê di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, ji bo çapemeniya Kurd bû bingehek xurt. Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol, têkildarî sedsaliya Musa Anter ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsî. Piştî Rojnameya Yenî Yaşamê ket 2 saliya xwe, Nivîskar û Rojnameger Huseyîn Aykol bi sergotara "Apê Musa 100 salî ye" bal kişand ser jiyan û felsefeya Musa Anter.    Musa Anter di nivîsê de diyar kir ku di dîroka çapemeniya Kurd de piştî sazumankarê çapemeniya Kurd malbata Bedirxanan, çend navên din jî hene û wiha got: "Piştî malbata Bedirxanan ji çend navên ku ewil tên aqilê mirov Musa Anter e. Apê Musa, bi tena serê xwe nûneriya nişfê duyemîn ê çapemeniya Kurd dike. Ji bo nifşên siyemîn em hewl didin ku şûna Musa Anter tijî bikin. Îro ji nifşê sêyemîn em bi hezaran in. Bi hezaran rojnameger îro bi şev û roj ji bo em şûna Apê Musa tijî bikin dixebitin."  Aykol, anî ziman ku Apê Musa îsal ket 100 saliya xwe û wiha got: "Kî bêje Musa Anter, di sala 1992'an de hat kuştin, derewek mezin dikin. Xwe dixapînin. Apê Musa, dijî. Apê Musa, îsal ket 100 saliya xwe.... Huseyîn Aykol, di berdewama nivîsê de bal kişand ser têkoşîna Apê Mûsa û piştî wî kevneşopiya çapemeniya Kurd. Nivîsa Huseyîn Aykol hûn dikarin ji lînka Rojnameya Yenî Yaşamê bixwînin.