Çotkar deyn dike û diçîne 2020-05-25 09:18:48   EDENE - Çotkar û rençberên herêma Edeneyê bertek nîşanî polîtikayên îqtîdara AKP'ê û Wezareta Çandiniyê ya çandiniyê dan û diyar kirin ku çotkar êdî di bin deynan de mane. Çotkaran destnîşan kirin ku deyn dikin bi deynan çandiniyê dikin.    Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli, diyar kir ku hikûmeta wan di 18 salêm dawî de 310 milyar TL piştgirî daye cotkaran û îsal jî 22 milyar TL piştiriyê bide çotkaran. Li dijî vê yekê çotkar û rençberên çandiniyê anîn ziman ku hikûmet bi qasî tê xwestin piştgiriyê nade çotkaran. Çotkaran da zanîn ku di vê pêvajoya şewba (Covid-19) de jî hikûmetê piştgirî neda wan. Çotkaran da zanîn ku hikûmetê di sala 2019'an de piştgirî nedan wan û niha bi deynan çandiniyê dikin.    EM DEYN DIDIN DEYNAN   Çotkar Ahmet Arslan, destnîşan kir ku çotkar di rewşek xerab de ne û wiha got: "Ji ber rewşa avhewayê îsal bereketa çandiniyê me jî pir kêm e. Rewşa çotkar û rençberan xerab e. Piştgirî ji bo çotkaran tune ye. Hikûmet diyar dike ku piştgiriyê dide çotkaran, lê wan di sala 2019’an de tu piştgirî nedîtin. Hêj piştgiriya pembû û garis netane çotkaran. Niha em deyn dikin û çandiniyê dikin. Em deyn dikin û didin deynan. Ger ku em çandiniyê xwe neçinin û nefişorin em ê çawa deynê xwe xwe bidin. Her tiştê me bûye deyn."    Çotkar Gokalp Oztekîn bertek nîşanî daxuyaniya hikûmetê ya "Me piştgirî da çotkaran" da û wiha got: "Li aliyekî ba û bahoz zerarê dide, li aliyê din hikûmet zerarê dide me. Piştgiriya garis, pembû û şolikan hêj nedaye me. Piştgiriya genim dan, lê li herêma me kes çandiniya genim nake. Sala par me ji baxçeyê 45 doliman 7 ton limon firot. Me zerar kir. Îsal jî emê zerar bikin. Divê piştgiriya ji bo çotkaran zêde bikin.  Li aliyekî buhayê mazot, gubre zêde dikin, li aliyê din berhem û malê çotkaran erzan dikin."    MA / Hamdullah Kesen