‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin 2020-05-25 09:02:52   ÎZMÎR - Hevserokê Komeleya EGE TUHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û nexweş terkî mirinê kirine.    Li gorî rapora Wezareta Dadê ya ku ji bo butçeya 2020'an şand Meclîsa Tirkiyeyê li 355 girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Mafên Mirovan a raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare li girtîgehê bimîne" 458 girtî rewşa wan giran in û bi giştî Hezar û 334 girtî nexweş in. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe, lê girtiyên nexweş serbest nayên berdan. Herî dawî Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniye li gel demek dirêj e rewşa wî giran bû û bi dehan caran rakirin nexweşxaneyê jî rojek beriya jiyana xwe ji dest bidin serbest berdan.    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ XERAB E   Piştî Kaya jiyana xwe ji dest dan fikarên malbatên girtiyên nexweş zêde bûn. Têkildarî mijarê Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE-TUHAY-DER) Ahmet Ertaş, xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ertaş, destnîşan kir ku di vê pêvajoya şewba (Covid-19) de rîska girtiyan zêdetir dibe û bi taybetî girtiyên nexweş û temen mezin di bin talûkeyek mezin de ne. Ertaş, bang li hikûmet, wezaret û parazvanên mafên mirovan kir û xwest her kes li dijî rewşa girtiyên nexweş hesas tev bigerin û bi lez têkevin nava hewldanan û wiha got: "Hikûmet polîtîkaya dijminantiyê pêş dixe. Lê em ê heta dawî degnê xwe bilind bikin û dengê xwe bidin bihîstin.    OZBEY NAYÊ DERMANKIRIN   Ertaş, destnîşan kir ku hikûmetê pêvajoya vîrûsê ji bo xwe kir firsend û zagona înfazê di meclîsê re derbas kir û girtiyên edlî berdan û yên siyasî jî bernedan û wiha lê zêde kir: "Ji bo girtiyên nexweş li çareseriyê nagerin. Li girtigehên Herêma Egeyê bi sedan girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş bi nexweşiyên pençeşêr, dil, kezeb û KOAH'ê ne. Li girtîgehan di bin talûkeyê de dijîn. Yek ji van girtiyan Fatma Ozbey e. Fatma Ozbey nexweşa pençeşêra pêsîrê ye. Lê Ozbay nayê dermankirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta vîrusê girtiyên nexweş derman nakin. Dermanên wan jî peyda nakin. Li Girtigeha Burhaniye ya Balikesîrê dîsa Gemgîn Dûrak nexweşê dil e. Qeyrana dil derbas kiriye. Lê nayêberdan. Li Girtigeha tîpa T a Odemişê Mehmet Salih Filiz (23) ê bi nexweşiya pençeşêr û tuberkulozê heye. Bi vê yekê polîtîkaya tolhildanê dimeşînin."    Ertaş herî dawî anî ziman ku wekî Ege TUHAY-DER'ê dizanin gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û bang li rayedaran û parazvanên mafên mirovan kirin ku bi lez girtiyên nexweş serbest bên berdan û ji bo vê yekêtêkevin nava hewldanan."    MA / Ruken Demir