Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin 2020-05-25 09:02:11   AMED - Jinan, bertek nîşanî girtina jinên li dijî tundî û qetilkirinên jinan têdikoşin dan û ji bo aktîvîstên jinên hatin girtin banga “Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin” li desthilatdariyê kirin. Jinan da zanîn ku ew li dijî hilmendiya zilam serî ne tewîn in.   Li Amedê di 22'ê Gulanê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di navde rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Dayika Aştiyê û rêveberên KCD; HDP û BDP'ê jî di navde 18 kes bi hatibûn binçavkirin. 12 kes li Dadgeha Amedê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê hatin girtin.    Di nava kesên hatin girtin Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, rêveberên Komeleyê Narin Gezgor, Fatma Gultekin, aktîvîstên TJA'yê Gulcihan Şimşek, Hevserokê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan, Endama Navenda HDP'ê Ozlem Gunduz û Endamê Meclîsa DBP'ê Celal Yoldaş hebûn.    Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama MYK’a Meclîsa Jinan a Sosyalîst Satiye ok û Hevseroka TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik bertek nîşanî binçavkirin û girtinên jinan dan.    GULMEZ: JIN WÊ LI BER XWE BIDIN    Gulmez a DBP’î, diyar kir ku di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, ev binçavkirin û girtin tê wateya ku jiyana mirovan dixin talûkeyê û wiha axivî: “Bi taybetî operayona li dijî Komeleya Jinan a Rosa û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) nabe ku bê qebûlkirin. Dewletê dest ji hemû karê xwe berdaye, tenê êrîşî jinan dike. Êrîşeke li dijî têkoşîna jinê heye. Hewl didin hişmendiya zilam bidin jiyîn. Lê tiştekê ji bîr dikin heye. Jinên li ser vê erdnîgariyê berxwedêrin û wê ber xwe bidin. Emê tu carî li hemberî hişmendiya zilam serî netewînin. Em jin, emê her tim xwedî hev derkevin.”   ‘EMÊ PIŞTEVANIYA XWE MEZIN BIKIN’   Endama SKM’ê Satiye Ok jî, anî ziman ku tundiya dewleta zilam carek din derket holê û wiha got: “Pergala desthilatdar bandor li darazê jî kiriye. Bi salane jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kuştin û rastî tundiyê tên. Jinên têkoşîna edaletê bi rêve dibin, her tim bi mekanizmaya darazê ya dewletê re rû bi rû ne. Qatil û bersûcên jinan berdidin, jinên li dijî van têdikoşin binçav dikin, digirin û ji wan hesap dipirsin. Desthilatdarî çi dema bixwaze tiştekê bike, berê vê mekanîzmayên zextê yên li dijî jinan dixe dewrê. Dewlet hewl dide zarokên rastî tecawîzê hatine, bi tecawîzkarên wan re bide zewicandin. Dixwaze bi awayekê bêdeng vê yekê bike. Jinên li dijî vê dengê xwe derdixin jî digire. Çi dibe bila bibe em dîsa bên gel hev. Emê dest ji mezinkirina piştevaniyê bernedin. Divê tavilê hevalên me bên berdan.”   ‘JI ŞAŞIYA XWE PAŞVE VEGERIN’   Hevseroka TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik jî, dest nîşan kir ku dewlet û hikumet li dijî sûcên tundiyê, tacîz û tecawîzan ên li dijî jinan nerm tevdigerin. Yanik, da zanîn ku li hemberî jinên dengê xwe bilind dikin, zext û êrîşên mezin hene û wiha bilêv kir: “Bi van girtin û binçavkirinan, dixwazin jinan ji têkoşînê dûr bikin. Hişmendiya hewl dide bi zextan, gefan û tirsê jinan ji têkoşîna wê dûr bixe, bila baş zanibe ku em ê tu carî dest ji vî mafê xwe yê biheq bernedin. Tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bûyîn, li dijî îstîsmara zarokan, cînayetên jinan, tacîz û tecawîzên jinan derketin ne sûce. Hevalên me yên ji ber van hatine girtin, demildest divê bên berdan. Em dibêjin ji vê şaşiya xwe paşve vegerin.”