Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da 2020-05-25 09:01:39   MÊRDÎN - Yek ji 70 kesên berî 4 salan di qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de ji bajêr hatibûn derxistin û girtin hunermend Erkan Benlî, ew roj vegotin û diyar kir ku wan heya dawiyê li ber xwe dan. Benlî, da zanîn di parastina kirin de bingeha parastina rastiya paradîgmayê hebû.   Beşek qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat îlankirin, di 25’ê Tîrmeha 2016’an de û temaniya qedexeyê jî di 21’ê Nîsana 2018’an de hatibû bi dawî kirin. Qedexeya weke “Sendroma Nisêbînê” derbasî dîrokê bû û pevçûnên pir dijwar lê navçeyê qewîmîn, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 26’ê Gulana 2016’an de ragihand ku hêzên xwe ji bajar vedikişîne. Dûre sivîl ji bajêr hatibûn derxistin, 17 jê zarok 70 kesên ji bajêr hatin derxistin, heya demekê dibin çavan de mabûn û îşkeceyeke pir zêde li wan hatibû kirin. Dûre jî ev 70 kes hatibûn girtin.    TESLÎMÎ MALBATÊN WAN NEHATIN KIRIN    Di dosyayên dozên 17 jê zarok 70 kesên hatin girtin de, kuştina 69 polîs, leşker û cerdevanan û agahiya birîndarkirina 528 hêzên ewlekariyê cih digirt. YPS’ê, di daxuyaniyên dan de jî, diyar kiribû ku 51 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û piştî bi salan nû cenazeyên hin YPS’iyan teslîmî malbatên wan hatibûn kirin. Hin cenaze jî, li goristanên bêkesan hatibûn definkirin û hîna jî hin malbat li bendenê ku cenazeyê zarokên wan teslîmî wan bên kirin.    JI BO 44 KESAN CEZAYÊ GIRAN HATIN BIRÎN   4 sal bi ser kesên ji bajêr hatin derxistin û girtin re derbas bûn. Ji bo 44 kesên dihatin dariznadin cezayê herî giran hatin birîn. Di pêvajoya darizandinê de Medya Çinar û Sîraç Yuksek di dema çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li girtîgehên lê diman dawî li jiyana xwe anîn. Di nişeyên li paş xwe hiştin de behsa “Rêveberiya Xweser dikirin.” Girtiyan di hemû danişînan de jî her tim daxwazên xwe yên “Rêveberiya Xweser” anîn ziman. Helwest û nêzîkatiya wan a  hevpar a di danişînan de tim wiha bû; “Em dixwazin bi gelê xwe re di welatek azad û wekhev de bijîn. Xweseriya Demokratîk mafe, ne sûçe.”    JI BO KU NAMEYÊN WAN DI KOMÎSYONÊ RE DERBAS BIBIN…   Yek ji 70 kesên berî 4 salan di qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de ji bajêr hatin derxistin û girtin, hunermend Erkan Benlî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra Samsûnê girtiye. Benlî, bi wesîleya salvegera roja ji bajêr hatin derxistin, tiştên di qedexeyê de jiyan, bi nameyekê ji Ajansa Mezopotam (MA) re vegotin.   Benlî, di nameya ji girtîgehê şand de wiha got: “Ji ber nivîsandina nameyan gelek caran cezayê hucreyê li min birîn. Ji bo ku ev nameya min di Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê re derbas bibe û bigihêjê cihê xwe hewl didim bi baldarî binivîsin. Ji ber vê min şêwazekê hîn asan tercîh kir.”   ‘DAÎREYA HERBA TAYBET KET DEWRÊ’   Benlî, diyar kir ku piştî ewqas êşên hatin jiyîn çavê hemû kesan li Mutabakata Dolmabahçe ya sala 2013’an bû û wiha rêz kir: “Bi vê mûtabakatê re qanûn û çarçoveya çareseriyê hatibûn temamkirin. Li gorî vê yekê, di çarçoveya qanûnekê bingehîn a demokratik de, wê ji bo kurdan statuya xweser a demokratîk bihata dayîn. Lê daîreya herba taybet û mekanîzmaya lobiyê ku ji hikumeta AKP’ê bi hêztir bûn ev pêvajo xirab kirin. Bûyerên di navbera 14’ê Adarê û 26’ê Gulana 2016’an de rû dan, ji bo destkeftiyên hatibûn qezenckirin bûn sedama hilweşandinek mezin. Ligel ewqas ked û hewldanên ji bo aştiyê jî, hesreta mezin a gelên Kurd û Tirk a aştiyê dîsa bi cih nehatibû.”    ‘ME RÊBAZA XWE BI RÊVEBIRINÊ ESAS GIRT’   Benlî, da zanîn ku di muzakereyên heya niha hatin kirin de encamek derneket holê û wiha pê de çû: “Weke netew êdî me nedikarî em vê muameleyê û bêcîdiyetbûyînê qebûl bikin. Êdî dema avakirin û bi xwe rêveberinê hatibû. Di vê çarçoveyê de gel li hin bajaran rêveberiya xwe îlan kir. Dûre meclîsên gel, ragihandin ku ewê ji vir û şûn de dewletê nas nekin, bi rêveberiya xwe ya xweser a vakirine wê xwe bi xwe rêve bibin û ger mudaxileyê wan bê kirin jî, ew ê hêza xwe ya parastina çewherî bi kar bîn in. Bi zext û êrîşên mezin bersiv dan vê daxwaza demokratîk a gelê me. Rêxistina ciwanên şoreşger ku xwedî satuyek qanûnî bû li dijî van êrîşan ket nava liv û tevgerê. Di nava ciwanên şoreşger û hêzên leşkerî de pevçûn rû dan. Ev pevçûn dewam kirin. Dûre ciwanên şoreşger Yekîneya Parastina Sîvîl (YPS) ava kir. Me di vê çarçoveyê de têkoşîna demokrasiyê da û rêbaza xwe bi rêvebirinê esas girt.”    ‘ME HEYA DAWIYÊ LI BER XWE DA’   Benlî, di dewama nameya xwe de wiha got: “Berî pevçûna 73 rojan dewam kir, biryar hat dayîn ku em paşve vebikêşin. Li wêderê hem sîvîl û hem jî hevalên me yên birîndar ên di dorpêçê de mabûn hebûn. Em hemû birîndar bûn. Ji ber ku birînên me giran bûn me nekarî em paş ve vekişin. Tax hatibûn dorpêçkirin. Ji dûr ve çeken giran ketober li me dibarandin. Pîvana me ya parastina rewa; ger hêza me di asta cîhanê birêve bibe hebe jî, em ê tu carî êrîşî kesekê nekin, lê ji bo parastina mafê xwe cîhan hemû bi ser me de were jî, emê dîsa li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin bû. Me jî bi vî awayî kir û heya dawiyê me li ber xwe da. Dûre em hatin girtin. Heya heftiyekê em di lêpirsînê de hiştin. Îşkenceyên pir giran li me hemûyan kirin. Dest pê kê darizandinek giştî çêbû. Darizandinek adîlane ji bo me nehat kirin. Di darizandinên me de pirsgirêka egoya dozger, dadger û parêzaran pir bala me kişand. Dîsa di îdîanameyên hatin amedekirin de, hemû bûyer avêtin ser me. Ger gotin di cih de be bi derewan îdîanameyên me amedekirin. Parêzeran encex tenê karîn di çarçoveya qanûnan de parastina me bikin. Me jî li gorî paradîkmayê parastina xwe dikir. Di bingeha zanistan parastina me kir de, heqîqet hebû.”   ‘JI BO ÇAND Û HERÊ AKADEMÎ GIRÎNGE’   Benlî, bal kişan avakirina hunera civakî û wiha domand: “Min tim xeyal dikir ku di qada çand û hunere de avakirinek civakî pêk were. Ez bi eşq û dildariyek mezin, ji qada pratîkê dur, hewl didim li gorî xwe hilberinekê bikim. Di nava 4 salên girtîgehê de, min hilberîna xwe dewam kir. Ji bo çand û hunerê, ez akademîbûyînê girîng dibinim. Agirgehên Zerdûştiyan, Bexçeyên Ronahiyê yên Manî, dibistanên felsefê yên Îyoniyan ên ber peravên Egeyê, keşîşxaneyên Xiristiyanan ên quntarên çiyayan, medreseyan, zanîngehên azad ên şoreşger, dîsa Dibistanên Frankfurt ên di roja me de modern ev mîrate bi cih anîn. Gelek tişt kirin. Bûn sedem ku hunermend di nava civakî de bibin mînak. Sazî û hevalên me yên vê xebata akademiyê bi rêve dibin hene. Ez ji li gorî vê tevdigerim. Heya niha min sê staran nivîsandin di girtîgehê de. Di demên dawî de jî ez li ser xebatên nivîsandinê lêhûr dibim.”   ‘YEKITIYÊ FERZÎ ME DIKE’   Benlî, di dawiya nameya xwe de ev peyam da: Gotineke Eînsteîn a pir jê hes dikim heye. Wiha dibêje; Heta ku girse bi propagadeyan neyin hejrîkirin, ne alîgirên şeran e. Ji bo avakirina aştiyek civakî, rolê kevir ê quncikê civak bi cih tîne. Ev rojeva vîrûsê heta bêje piştevaniyê û yekitiyê ferzî me dike. Ew mafê hemû civakan heye ku ziman û çanda xwe bi hev re bijîn. Bi rastî jî, tebeqeyeke ku nezaniya gel bi kar tîne heye. Ji vê beşê re Olîgarşî tê gotin. Ev beş aştiya civakî ji bo sermayeya xwe tim asteng dike. Ligel van hemûyan jî li pêşiya me serdemek demokrasiyê heye. Wê demek wekhev û bê kedxwarî pêş bikeve. Ez hêvî dikim ku ev ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe sedama jiyanek xweş û azad. Di heman demê de ji bo we jî, spasiyên xwe pêşkêş dikim û heskirinên xwe diyar dikim.”   MA / Ahmet Kanbal