Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin 2020-05-25 09:01:22   ŞIRNEX - Kesên nasnameya wan ne diyar, hewl dan peykerê Berê Bûk û Zava yê 6 hezar sal berê yê li Qesrikê ji cihê wê bikin.   Li bajaroka Qesrikê ya girêdayî navenda Şirnexê, peykerê fîgûrê mirovekê yê li ser hespê ku berî 6 hezar sal berê hatiye çêkirin û li herêmê weke navê Berê Bûk û Zava tê zanîn, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat rûxandin. Peykerê dikeve navbera çiyayên Gabar û Cudî de û weke cihê “Rêbuhêrka Qralan” tê zanîn, nehat hînbûn ku kengî hatiye xerabkirin. Hat diyar kirin ku peykerê siwarê bi zirx berê hatibû şikandin, ji aliyê defînegeran ve hatiye rûxandin.    Kesên nasnameya wan ne diyar, pêşiyê peyker kulandine û hewl dane peyker ji cihê wê bikin. Peykerê Berê Bûk û Zava di qada Sît deye û li wê herêmê cerdevan dijîn.    DÎROKA WÊ    Li geliyê bajaroka Qesrikê ya di navbera Çiyayê Gabar û Cûdî de ji ber peykerê 6 hezar sal berê hatiye avakirin, wekî Rêbuhêrka Qralan tê nasîn. Peykerê ku bi hezaran salin li ser piyan e, heta niha gelek çîrok li ser hatine gotin û serdestiya xwe ya li herêmê didomîne. Geliyê Qesrikê ku di serdemên borî de Qralên Asur, Pers, Roma hatine lê bi cih bûne û demekê serweriya xwe ava kirine, gelek bermahiyên dirokî li pey xwe hiştine. Geliyê Qesrikê ku Çiyayê Cûdî û Gabarê bi hev ve girê dide başûr û bakurê Mezopotamyayê jî bi hev ve girê dide. Hêmû rêyên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê di vir de derbas dibe. Ji navê Qesrikê jî diyar dibe ku di serdemên borî yên dîrokê de dema Qral derbas dibûn dihatin li vir radiwestiyan û wekî karwansaray jî tê zanîn. Tê zanîn ku dema Ksenofon û Îskenderê Mezin piştî Çemê Dîcle derbas kir, li Qesrikê ya Çiya û deştê ji hev cuda dike bûne mêvan. Li Qesrikê, di zinarên bilind de kun hatine vekirin û qulûbeyên nobetê hatine avakirin. Ji van diyar dibe ku gelek kral di vir de derbas bûne. Ji Qesra Mîr jî tenê çend dîwarên xerabe li ser piyan mane.   Peykerê ku li eniya rojava yê bi ser milê Başur ê Geliyê Rîsorê hatiye avakirin yek ji berhemên dîrokî yê herî girîng e. Peykerê ku li pala rêya navbera Qesrik û Cizîrê hatiye avakirin, 3 metre li jora rê hatiye çikilandin. Peyker wekî siwarê hespê tê zanîn. Peykerê ku dişibe siwarê şervanê ser pişta hespê, xuya dibe ku bi zirxan hatiye pêçan. Li gorî hin rîvayetan ev peykerê Siwarê Parta ne. Yekem car di sala 1909'an de Gerok Gertrude Bell wêneyê wî kişand û diyar kir ku Rolyefê Partan e. Bell, diyar dike ku pêwiste ne li nava berhemên Asuran, li nava berhemên Partan de lê bigere.   Hin dîrokzanên Cizîrê destnîşan dikin ku ev peyker di serdema Gutîyan de 6 hezar sar berê hatine avakirin. Hin dîrokzan jî diyar dikin ku dişibin mîrateyên Qralê Sasanî Erdeşêr Babekan û Şahpur, Taqê Bustan û peykerên Nakşê Rustem û Husrevi Perviz yên xerabeyên Persepolisê.   MA / Mujdat Can