Leşkerekî leşkerek birîndar kir 2017-12-25 15:35:22 SÊRT – Li Sêrtê derket holê ku çawişê pispor G.T. gule berdaye hevalê xwe yê çawişê pispor H.N. û ew birîndar kir.  Miduriyeta Polîsan a Sêrtê, daxuyanî da û diyar kir ku duh êvarê çawişê pispor G.T., li ber şaxa bankayê ya li ser Kolana Gures bi hinceta qerdarê wî ye bi demançê 3-4 dest gule berê çawişê pispor H.N. G.T. piştî gule berê hevalê xwe H.N. da ji cihê bûyerê reviya.  G.T. yê çû mal li polîsan geriya û got wî H.N. birîndar kiriye. Polîs çûn navnîşana G.T. û ew binçav kirin. Çeka pê gule berda jî li malê hat dîtin.    H.N. yê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat hînbûn ku talûkeyae jiyanî ya çawişê pispor a H.N. didome. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.