ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-25 09:00:28   * Birayê Abdulrahîm Koç ê yek kesên cenazeyên wan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin Cabbar Koç, diyar kir ku ew dere, cihê ku asta zilm lê bilind bûye û got: “Hewl didin bi van kiryaran hafizeya kurdan jê bibin.”   * Hilberînerên çayê ji ber kêmbûyîna hêjmara karkeran û bihayê herî kêm ê ÇAYKUR’ê aşkere kir bi fikarin. Hilberînerên çayê diyar kirin ku, desthilatdarî li şûna ku pirsgirkên wan çareser bike, li duv hesabên xwe yên siyasîne û xwestin pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin.   * Kesên nasnameya wan ne diyar, hewl dan peykerê bi navê Berê Bûk û Zava yê 6 hezar sal berê yê li Qesrikê ji cihê wê bikin.   *Yek ji 70 kesên berî 4 salan di qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bajêr hatin derxistin û girtin hunermend Erkan Benlî, ew roj vegotin û diyar kir ku wan heya dawiyê li ber xwe dan. Benlî, da zanîn parastina kirin de bingeha parastina rastiya paradîgmayê hebû.   * Jinan, bertek nîşanî girtina jinên li dijî tundî û qetilkirinên jinan têdikoşin dan û ji bo aktîvîstên jinên hatin girtin banga “Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin” li desthilatdariyê kirin. Jinan da zanîn ku ew li dijî hilmendiya zilam serî ne tewîn in.   * Hevserokê Komeleya EGE TUHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û nexweş terkî mirinê kirine.    * Çotkar û rençberên herêma Edeneyê bertek nîşanî polîtikayên îqtîdara AKP'ê û Wezareta Çandiniyê ya çandiniyê dan û diyar kirin ku çotkar êdî di bin deynan de mane. Çotkaran destnîşan kirin ku deyn dikin bi deynan çandiniyê dikin.    * Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş dê bi minasebeta cejna remezanê li gel heyetekê partiyên siyasî yên CHP, DEVA, Saadet'ê bi rêya online hevdîtinan bike. (10.40)