SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê 2020-05-24 17:49:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Libyayê şerê di navbera Hikumeta Tîfaqê û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de didome. Di vê navberê de Tirkiye jî gelek caran eskerên girêdayî komên çekdar ên bi pere ji Sûriye dişîne Libyayê. Herî dawî  500 eskerên din ên ji komên Sultan Murat pêk tên şandin Lîbyayê.    Li gorî daxuyanî û rapora SOHR'ê Tirkiye di demên dawî de 500 eskerên bi pere ji Sûriye Şandin Libyayê. Di pêvajoya ku li Lîbyayê şerê di navbera Hikumeta Tifaqê û Artêşa Niştimanî de didome, Tirkiye bê navber eskerên bi pere ên girêdayî TSK'ê dişîne Lîbyayê. Tirkiye 500 eskerên din şandin Terablûs a Libyayê. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere yên komên çekdar ji Sûriye şandine Lîbyayê. Dîsa hêjmara kesên çekdar ên gihaştin kampên Tirkiyê ku li wir perwerde bibin gihaşt 3 hezar û 400 kesên çekdar.  SOHR`ê piştrast kir ku di nava komên çeteyên derdora 200 zarokan heye, temenê wan di navbera 16 û 18 de ye û piraniya wan ji çeteyên Sultan Murad in.