OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin 2020-05-24 17:31:35   AMED - OHD'ê der barê goristana Farqînê ya rastî êrîşê hatibû û kêlên goran hatibû şikandin lêkolîn kir û rapor amade kir. OHD'ê di raporê de diyar kir ku eskeran ji malbatan xwestine ku biçin li pêş avahiya  HDP'ê ya Amedê çalakiyan li dar bixin. OHD'ê destnîşan kir ku di heman demê de der barê malbatan de lêpirsîn ji hatiye vekirin.    Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, têkildarî êrîşa eskeran ên di 21'ê Gulanê de li gundên Şêx Dewdada, Milkê Seray, Kinyatê yên Navçeya Farqîna Amedê li dijî goristanan pêk anîn, lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Heyeta OHD'ê li gundan li ser van gorên ku eskeran şikandin çavderî kirin, piştî bi malbatan û serdozgeriyê re hevdîtin kirin rapor amade kirin. Heyetê, piştî rapor amade kir, têkildarî rapor û naveroka rapore daxuyanî dan. OHD'ê di raporê de diyar kir ku li Gundê Şêx Dewdada lêkolîn kirine û bi bav Mehmet Orselendî re hevdîtin kirine. OHD'ê di raporê de da zanîn ku bav Mehmet gotiye eskeran bi rêya muxtarê gund li wî geriya ne û xwestine biçin Qereqola Bagdere. Bav Mehmet Orselendî, aniye ziman ku ewil ew neçû hevjîn û zarokên wî çûne qereqolê û gotiye dema çûne qereqolê Fermandarê Cendirmeyan heqaret li wan kiriye. Fermandar diyar kiriye ku kêlên 2 gorên zarokên wan ên li goristanê qedexe ye ji bav xwestiye ku kêlên goran bişkîne. Disa xwestiye dema kêlên goran şikandin jî perçeyên kêlên şikestî bibe qereqolê û teslîmî fermandar bikin an jî wêne bikişîne û bi rêya whatsaptê ji wan re bişîne. Ji malbatê xwestiye ku bi destê xwe bişkînin û er ku neşkînin jî esker dê biçin kêlên goran bişkînin û gef li malbatê xwarine. Malbat ji ber zextên eskeran neçar mane ku kêlên goran bişkînin û wêne bi rêya whatsapê ji qereqolê re şandine. OHD'ê da zanîn ku wan jî wêneyên kêlên gorên hatine şikandin xistin qeydan.    BIÇIN BER AVAHIYA HDP'Ê RÛNÊN   OHD'ê da zanîn ku li Gundê Milkê Seray jî lekolîn kirine û bavê Mustafa Yenî û pismamê Cuneyt Yenî ango bi Mehmet Yenî re hevdîtin kirine. Dîsa li vir jî bi rêya muxtarê gund xwestine ku Mehmet Yenî biçe qereqolê Bagdere û li vir jî qereqolê ji malatan xwestiye ku kêlên gorên zarokên xwe bişkînin û wêneyê kêlên şikandine ji fermandariya cendirmeyan re bişîne. OHD'ê da zanîn ku malbat li vir jî rastî gefên eskeran hatine û beriya vêyekê jî Walîtiya Amedê ji malbatan xwestine ku biçin li ber avahiya HDP'ê rûnên. OHD'ê da zanîn ku bav Mehmet Yenî ev daxwaza walîtye red kiriye ji ber vê yekê zor li wan kiriye ku kêlên zarokên xwe bişkînin. OHD'ê da zanîn ku ev rewş nikarin qebûl bikin û beriya gor bêne şikandin di 20'ê Nîsana 2020'an de walî ev daxwaz li malbatan kiriye. OHD'ê da zanîn ku piştî lêkolîn kirin kêlên goran ên hatine şikandin xistine bin qeydan.    TEXRIPKIRINA GORISTANAN   Taxa Tekelê: Di sibatê de emniyetê Ridvan Yilmaz û Kerem Yilmaz geriyane û ji wan re gotine 'Divê hûn kêlên li ser gorê rakin, heke hûn ranekin em ê bên rakin'. Piştî rojek din çûne û goristan texrip kirine. Me li vir lêkolînek kir û wêneyên kêlên ku hatine şikandin kişandin.   Gundê Koprulu: Qereqola Bagdereyê, Sabrî Kiliç geriyane û Sabrî Kiliç dema çuye qereqolê bi heqeretê re rûbirû maye. Fermandarê qereqolê ji Sabrî Kiliç re got 'Biçe kêla gorê bişkinê û wêneyên wê jî ji me re bişîne'. Malbat ji ber zext û zordariya qereqolê neçar ma ku nav û paşnav li ser kêlê jê birine. Ev tişt jî di qeydên me de cih girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Farqinê Selçûk Dadak derbarê texripkirina goristanan de daxwaza me ya hevdîtinê qebûl kir. Di hevdîtinê de Selçûk Dadak, diyar kir ku ev goristan û kêl amûrekî propagandayê ye û sûc e. Selçûk Dadak, di hevdîtinê de destnîşan kir ku derbarê xwediyê goran de jî lêpirsin dane destpêkirin û got: "Me ji qereqol û ji emniyetê re telîmatek şand û me got heke xwediyê goran gotina me pêk neyne dê şaredarî bikevin devrê. Her wiha dema texrîpkirina goran dê wêne bên kişandin û ji me re bên şandin."   Di raporê de ev peşniyar cih girtin:   “* Derbarê texripkirina goristanan de divê sazî û dezgehên neteweyî û navnedeweyî bên agahdarkirin û serlêdanên pêwîst bên kirin,   * Divê derbarê sazî û rayedarên berpirs de lêpirsinek bê destpêkirin û dozên tazmînatê bên vekirin,   * Divê derbarê mijarê de raya giştî bê hişyarkirin û hestiyariyek di nava civakê de bê pêşxistin. Ji ber vê jî divê daxuyaniyên çapemeniyê bê lidarxistin û li ser medyaya civakî xebatên taybet bên meşandin."