Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin 2020-05-24 15:33:24   WAN - Li Wanê esker Ahmet Turelî hefteyek berê li qulûbeya nobetê kuştî hat dîtin. Birayê Ahmet Fecrî Tureli, diyar kir ku birayê wî hatiye kuştin.    Esker Ahmet Turelî ê ji Milazgîrta Mûşê dema li Wanê eskerî dikir, hefteyek berê li qulibûna nobetê kuştî hat dîtin. Hat îdîakirin ku Ahmet Turelî (21) întihar kiriye. Lê balkêş e Turel bi 2 guleyên  G-3 kuştî hat dîtin. Turelî piştî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. 2 roj şûnde jî sewqî GATA kirin. Turelî duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Birayê Ahmet Turelî Fecri Turelî piştî bûyerê bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku birayê wî întîhar nekiriye. Bira Fecrî Turelî, destnîşan kir ku birayê wî hatiye kuştin û dê dozê bişopînin.