Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê 2020-05-24 14:31:07   AMED - Gonul Aslan, piştî li gel 11 aktivîstên jin hat girtin, kurê wê yê 3 salî Dilgeş jî li gel dayika xwe çû girtîgehê.    Li Amedê di 22'ê Gulanê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di navde rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û rêveberên KCD; HDP û BDP'ê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin. 12 kes li Dadgeha Amedê hatin girtin. Yek ji kesên hatin girtin Endama Melîsa Şaredariya Rezan Gonul Aslan bû. Piştî Gonul Aslan hat girtin û şandin Girtigeha Jinan a Amedê kurê wê yê heta nîvê şevê li salona edliyê ma û piştî dayika wî hat girtin, li gel dayika xwe çû girtîgehê.      Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, hêj li salona Edliyê bûn, wêneyê Dilgeş li ser medya civakî parve kir û got "Dilgeş ji li gel me li salona edliyê li benda diya xwe dipê."