Goristan îsal vala man 2020-05-24 14:12:21   AMED / ÊLIH - Li Amed û Êlihê goristanên ku her sal beriya cejnê bi girseyî dihatin ziyaretkirin, îsal ji ber qedexeya derketina derve vala man. Kolan  jî tenê bi zarokan man.    Malbatan îsal ji ber qedexeya derketina kolanan nekarîbûn biçin ser goristanan û gorên xizmên xwe ziyaret bikin. Hikûmetê îsal di pêvajoya cejnêde hikûmetê 4 roj qedexeya derketina kolanan îlan kir. Ji ber qedexe didomin, welatî nikarin ji malên xwe derkevin û nikarin biçin ser gorên zarok u xizmên xwe. Dikan, market û qezabên ku diroja ewil de vekirîbûn îro ew jî hatin girtin. Ji ber qedexeyan kolan ser goristanan vala man.    Her sal êvara cejnê û serê sibeha cejnê gel bi girseyî diçûn goristan ziyaret dikirin. Lê îsal ser gor û guristanan di roja cejnê xalî ma. Bi Taybetî Goristanên Deriyê Mêrdîn, Şehitlik, Yenikoy ên Amedê her sal bi hezaran welatî diçûn gor ziyaret dikirin, lê îsal vala derblas bû.    LI ÊLIHÊ KOLAN Û GORISTAN VALA MAN   Li Êlihê jî ji ber ku 4 rojan qedexe heye kolan û goristan vala man. Li Êlihê jî her sal êvara cejnê û serê siba cejnê bi hezaran welatiyan diçûn goristanên xizmên xwe ziyaret dikirin. Lê îsal ji ber qedexeya derketina kolanan welatî, rêveber û rêxistinên civakî neçûn goristan ziyaret nekirin û gor vala man. Li Êlihê ji ber ku heta niha li 3 hezar û 424 kesan 2 milyon û 985 hezar 145 TL ceza hat birîn welatî bi fikarin derkevin derve.