MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin 2020-05-24 13:12:20   AMED - MED TUHAD-FED, bi minasebeta Cejna Remezanê bal kişand ser rewşa girtîgehan û ji rayedaran xwest ku dawî li bê hiqûqiyê bînin. HDK'ê jî peyam weşand û diyar kir ku ew dê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin.          Federasyona Komeleyên Piştevanî û Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û bal kişand ser rewşa gitîgehan. MED TUHAD-FED'ê cejna hemû girtiyan pîroz kir û xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya aramî, aştî û lihevhatina civakî û wiha got: "Di serî le li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Îro bi hinceta Vîrûsê bi hezaran girtî di bin rîskê de girtî ne. Vê cejnê di bin rîsa mezin û tecrîdê de derbas dikin. Di serî de li girtîgeha Îmralî li hemû girtîgehan binpêkirinê zêde hene. Em dixwazin ev bê hiqûqî ji holê rabe. Em dixwazin mafê girtiyan ê hevdîtin, telefonê neyê astengkirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe pêk bîne û dawî li vê bê hiqûqiyê bîne."    HDK: EM Ê EDALETÊ BI HEVRE PÊŞ BIXIN        Meclîsa Bawerî û Gelan a HDK'ê jî peyam weşand û diyar kir ku ew dê aştî, edalet û wekheviyê bi hevre ava bikin. HDK'ê di peyamê de anî ziman ku herî zêde niha pêdiviya gelan ji aştî, aramî û edaletê heye û xwest her kes destên xwe bidin hev û bi hevre ji bo edalet, aştî û aramiyê têbikoşin."