26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin 2020-05-24 12:36:01   AMED -  Eskerên Tugaya Komando ya Boluyê 26 sal berê îro li Navçeya Pasûrê ya Amedê di sala 1994'an de bira Mehmet Selim û Hasan Orhan û biraziyê wan Cezayir Orhan ê 17 salî bi zorê binçav kirin û winda kirin. 9 sal şûnde cenazeyê birayan di goristana komî de hatin ditin. Lê 26 sal borîn hêj aqûbeta Cezayir Orhan nehatiye ronîkirin û kujer nehatine cezakirin.    Li Gundikê Andok ê Gundê Zara yê Navçeya Pasûra Amedê 26 sal berê eskerên Tugaya Komando ya Boluyê bira Mehmet Selîm Orhan (46), Hasan Orhan (40) û biraziyê wan Cezayir Orhan (17) bi zorê hatin binçavkirin. Eskerên Tugaya Komando ya Boluyê di 24'ê Gulana 1994’an de bira Mehmet Selîm û Hasan Orhan û birazyê wan Cezayir ê 17 salî binçav kirin û winda kirin. Di 12'ê Hezîrana 1994'an de li Herêma Kevrekokê cenaze şewitandin û defin kirin. Di sala 2003’an de goristana komî hat vekirin. Encama testa DNA di 2007'an de diyar bû û derket holê ku 2 cenaze aydî Mehmet Selîm Orhan û Hasan Orhan ên birayên hev in. Dîsa 2 cenaze jî aydî Ali, Ekrem û Ramazan Bulut derketin. 3 cenaze jî nasnameya wan nehat zanîn. 26 sal borîn lê hêj aqûbeta Cezayir ê dema 17 salî bû hat windakirin hêj ronî nabûye.    Adnan Orhan bi salan e li kujerên bavê xwe Selîm Orhan digere. Adnan Orhan piştî lêgerîna 13 salan xwe gîhand hestiyê bavê xwe. Lê hêj kujer ronî nebûye. Hestiyê bavê Adnan Orhan Mehmet Selim Orhan di nava cenazeyê 8 kesan de hat ditin û piştî testa DNA hat diyarkirin.    GUND ŞEWITANDIN BAV KUŞTIN   Adnan Orhan, diyar kir ku eskeran 26 sal berê bavê wî Mehmet Selim Orhan, mamê wî Hasan Orhan û pismamê wî Cezayir Orhan, di 24'ê Gulana 1994’an de bi zorê binçav kirin û revandin û wiha got: "Wê demê ez 12 salî bûm. Piştî bav, mam û pismamên min hatin revandin her tişt ji bo me bû dojeh. Li aliyekî gundê me şewitandin. Li aliyê din, bav, mamê min kuştin. Aqûbeta pismamê min hêj ne diyar e. Min  li metropolan li ber xwe da. Gundê me li me qedexe kirin. Em neçar man koçî bajarê Amedê bikin. Lê têkoşîna meya hiqûqî berdewam kir. Hestî winda kirin. Piştî 9  salan me hestî dîtin. Lêgerîna me ya li Parka Koşuyolu jî li me qedexe kirin. Hêj helwesta dewletê nehatiye guhertin. Di sala 2019'an de Gulistan Doku, Hurmuz Diril, Yusuf Bilge Tunç û Mehmet Bal  hatin windakirin. Wekî salên 1990’î dîsa berpirsiyariya xwe qebûl nakin. Emê heta dawî lêgerîna xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin."    MA / Aydın Atay