Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir 2020-05-24 11:59:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Cejna Remezanê, di saetên serê sibê de berê xwe dan goristanan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dan bibîr anîn     Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajar û navçeyan gel bi boneya Cejna Remezanê di saetên serê sibê de berê xwe dan goristanan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bî anîn. Li goristanan, gel ji aliyê şervan, fermandarên QSD û meclisên malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin. Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir, gul danîn ser gorên zarokên xwe û fatihe xwendin. Welatiyên şerêkê cejnê li hev belav, li ser gorên zarokên xwe dua kirin û li ser hevgirtina civakî ji bo parastina herêmê û parastina destkefiyên xwe yên di saya kesên têkoşîna azadiyê de bi dest xistine, hêviyên xwe anîn ziman.