Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt 2020-05-24 11:24:29   QERS - Şaredariya AKP’î ya Bazarcixa Dîgora Qersê, pirsgrêka ava hatiye qutkirin çareser nekir û di Cejna Remezanê de welatî bê av hiştin.    Li Pazarcixê ya Navçeya Dîgora Qersê, 45 rojin av ji ser welatiyan hatiye qutkirin. Şaredariya AKP'î pirsgirêka ava hatiye qutkirin çareser nekir û welatiyan Cejna Remezanê bê av pêşwazî kir. Ji ber ku şaredariya AKP’î arîzeya motora avê çareser nake, welatiyên Bajaroka Bazarcixê 45 rojin bê av dijîn. Welatiyên ku pirsgirêka wan avê nehat çareserkirin, roja cejne jî bê av pêşwazî kirin. Welatî neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên avê bi bîdon û metaran biçin gundên din temîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku meh û nîvek e ava wan hatiye qutkirin û şaredarî pirsgirêka avê çarese rnake. Welatiyan destnîşan kir ku her roj bi bîdoman diçin avê ji gundên cîran tînin.   Endamê Meclîsa Şaredariya Bazarcixê yê HDP'î Enver Yardimci, anî ziman ku bi dehan caran pirsgirêk birine şaredariyê û bi şaredar re parve kirine, lê hêj pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin. Yardicmi, anî ziman ku Bajarok 45 rojin bê av e û wiha got: “Welatiyên ku maşîna wan heye bi maşînê diçin avê tînin. Şaredarî dibêje pereyên ku em pê motorê tamîr bikin tune ye. Lê pereyên wan ji mazotê re heye. Her rojê bi 5 hezar TL mazotê xerç dikin. Pereyê şaredariyê ji mazotê re heye, lê ji bo avê tune ye. Ev nayê qebûlkirin."