‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’ 2017-12-25 14:42:52 ÎZMÎR - SGDF, diyar kir ku hevalek wan ê 17 salî, ji ber ku dibin çavan de teklîfa sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin.  Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) der barê endamekê xwe yê di 30’ê Mijdara 2017’an  de li Kolan Şehîdên Kibrisê ya navçeya Konak a Îzmîrê ji ber ku kovara “Posteya ESP” belav dikir hat binçavkirin civîna çapemeniyê li dar xist. SGDF’ê civîna xwe li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê li dar xist. Di civînê de endamê SGDF’ê Firat Arslan axivî û diyar kir ku polîsan sîxurî li ser hevalê wan ferz kiriye.       'EV PÊKANÎN ME BÊTIR BI HEV GIRÊ DIDE'    Arslan, anî ziman ku dibin çavan de polîsan sîxurî li hevalê wan ferz kiriye û wiha got: “Gava sîxuriye ser me ferz dikin qet şerim nakin. Hin polîsên endamên AKP’ê bi pareyan û bursan teklîfên sîxuriye li hevalên me dikin û hin endamên me jî bi malbatên wan, wan ditirsînin. Di bin çavan de sîxuriye ferzî hevalekê me yê 18 salî dikin. Hevalê me ji be ku vê yekê qebûl nake tê derpkirin.”   'JI BER KU SÎXURTIYÊ QEBÛL NAKE DERP DIKIN'    Dûre endamê SGDF’ê Alîcan A. yê 17 salî ku di 30’ê Mijdarê hat binçavkirin tiştên polîsan bî kirin vegotin. Alîcan A. diyar kir ku piştî tê binçavkirin wî dibin şaxa midûryeta polîsan a zarokan û wiha got: “Polîseke jin û zilam li şaxê ji min re gotin ‘Çi gava tu bixwazî tu dikar ji bo tiştên cuda jî bêyî vê derê.’ 2 saetan bi min re axivîn. Min bersiv neda. Êdî polîs bi destên xwe rûyê min  girt û dişidand. Ji min re digotin ka  li xwe mêze bike. Ez ne axivî û ne jî min li xwe mêze kir. Piştî dîtin tiştekê nakim, ez derp kirim.”