Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin 2017-12-25 14:15:38 ENQERE – Li Kolana Yukselê 412 roj e çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome û polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir 3 kes binçav kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 292’an de didome û çalakiya piştevaniya ji bo Gulmen û Ozakça ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” jî di roja 412’an de dewam kir.    Çalakvanan wek her roj xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî li dar bixe, li Kolana Yukselê li hev kom bûn. Polîsên kolanê bi mertal û maşîneyên binçavkirinê dorpêç kirin destûr neda çalakvan derbasî kolanê bibin. Çalakvanan li vir pankarta “Greva birçîbûnê ket roja 292’an, bila Nuriye û Semîh paş de bigirin kar” û “Xwestaka kar ne sûc e, bila Nazîfe Onay serbest bê berdan” hildan û sloganan berz kirin.    Çalakvan di kêliya dest bi çalakiya xwe kirin de, ji bo dengê çalakvanan neye bihîstin polîsan sîrenan lê dan. Di heman kêliyê de polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û pankartan çirandin. Polîsan derdora çalakvanan bi mertalan girt û 3 kesan bi derpkirinê binçav kir.