Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar 2017-12-25 14:14:25 AMED - Şehmus Îlhan. yê hat îdîakirin hevjîna xwe Rojbîn Baran kuştiye û derbarê wî de tu lêpirsîn nehatiye kirin, li Nûçegihana JINNEWS'ê gef xwar.  Li taxa Dîcle ya navçeya Yenîşehîra Amedê de hat îdîa kirik ku zilamê binavê Şehmus.Îlhan. hevjîna xwe Rojbîn Baran kuştiye. Nûçegihana JINNEWS'ê ku ji bo der barê bûyerê de agahiyan kom bike şevê din çû taxê. Îlhan yê li taxê digeriya bi çekê gef li nûçegiha JINNEWS'ê xwar. Li gorî nûçeya JINNEWS'ê Ş.Î. ji nûçegihana wan xwestiye karta xwe çapemeniyê derbixe. Lê ji ber ku nûçegihin karta xwe dernexistiye, Îlhan, gefa kuştina li wê xariye. Piştî nûçegihan karta xwe ya çapemeniyê nîşan didin Îlhan,  çawan hevjîna xwe kuştiye vedibêje.    BI ÇEKÊ GEF LI NÛÇEGIHAN XAR   Îlhan, bi awayekê vekirî li pêş kamerayê axivî û got: "Ger ez bêm girtin jî dê min ceza nekin."  Îlhan. anî ziman ku ew çûye ser gora Baran jî. Îlhan, nûçegihana bi darê zorê desteser kir, piştî kameraya xwe girt heya serê caddeye ew şopand. Îlhan, piştî çav li polîsên li kolanê ket, ji cihê bûyerê dûr ket.  Hat zanîn ku malbata Baran di saetên sibê de cenazeyê wê defin kirine.