Doza Aydogan hat dîtin 2017-12-25 13:35:36 AMED - Doza parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku wekîltiya wê hat betalkirin, hat dîtin. Şandeya dadgehê daxwaza rakirina biryara girtînê red kir.  Doza parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku wekîltiya wê hat betalkirin û di 4’ê Mijdara 2016’an de li Amedê hat binçavkirin û li Şirnexê hat girtin, hat dîtin. Di dozê de 103 sal cezayê girtîgehê ji Aydogan re tê xwestin. Doz li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna dozê ku Aydogan beşdar nebû, parêzerê wê beşdar bûn.  Parêzer Abdulkadîr Guleç parastin kir û xwest biryara girtina Aydogan bê rakirin. Dozgerê danişînê têkildarî dozê nêrînên xwe anî ziman û got girtina  Aydogan li gorî usûl û qanûnan hatiyekirin û daxwaza parêzer red kir. Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê diyar kir û ji bo derbaskirina kêmasiyên dosyayê, doz talopî Adarê kir.