Malbata xaniyê wan şewitî li derve man 2017-12-25 13:24:28 COLEMÊRG - Xaniyê malbata Geylanî ya ji 12 kesan pêk tê, şewitî û bû xwelî. Ji ber xaniyê wan şewitî di zivîstanê de bê mal man.  Li gundê Goveç ê navçeya Gevera Colemêrgê, xaniyê malbata Geylanî ji ber agirî sobê şewitî û bû xelî. Piştî xaniye malbata Geylani şewitî malbat ma li derve. Xwediyê xanî Mustafa Geylanî, hewl da ku şewatê vemirîne, lê ji ber nekarîbî şewatê vemirîne tevîzarokên xwe ji xanî derketin û canê xwe xelas kirin. Malbata Geylanî ya ji 12 kesan pêk tê, piştî man li derve niha bê xanî mane. Malbata ku di zivîstanê de bê mal man li benda alîkariyê ne.