Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist 2017-12-25 13:15:21 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê KCD'ê yê berê Hatip Dicle, beşdarî bernameya Arti TV bû bal kişand ser tifaqa navbera Erdogan û Ergenekonê. Dîcle, anî ziman ku piştî 7'ê Hezîranê endamê meclîsê yê herî kal Baykal bû li Qesrê di navbera Erdogan û Ergenekonê de hevdîtin pêş xist.  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Hatip Dîcle beşdarî bernameya Fehîm Işik a Arti TV bû û bal kişand ser îtifaqa navbera Ergenekonî û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan. Dîcle, anî ziman ku bi hewldana Parlamenterê CHP'ê yê Antalyayê Deniz Baykal ev îtîfaq pêş ket. Dîcle, anî ziman ku di sala 2002’an de hat xwestin ku Erdogan li dervê meclîsê bê hiştin û wiha got: "Di hilbijartina wekîltiyê û Serokwezîrtiyê de rola Deniz Baykal heye. Em hilbijartina 2002’an bînin bîra xwe. Nivîskar Avnî Ozgurel piştre ev nivîsand. Wekî hûn dizanin Baykal û Erdogan li Bogazê bi hevre xwarinek xwarin. Beriya wê jiyana siyasî ya Erdogan qediya bû. Ceza xwaribû. Ji ber ceza nekarîbû bibe namzetê parlamenteriyê jî. Ji ber vê yekê Serokwezîrî dabûn Abdullah Gul. Di vê xwarinê de Denîz Baykal li ser navê generalan pêşniyarek ji Erdogan re kir û wiha got: "Dema ez dibêjim ‘generaller’ tu kemalîst û Ergenekoniyan fam bike. Li ser navê wan got ‘Abdullah Gul li gorî me bêtir nêzîkî İngiltere û DYA ye. We ji Abdullah Gul bêtir neteweyî dibînin. Dibêjin ger ku bi arteşê re tev bigere û bi Kemalistan te tev bigere em dikarin pêşiya Erodgan vekin." Ev yek ji aliyê Erdogan ve hat qebûlkirin. Bi vî rengî pêşiya Erdogan hat vekirin. Piştî vê yekê Erdogan bû wekîl. Bû serokwezîr û bû Serokomar. Deniz Baykal, hewldanek wî ya wisa heye."