Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan 2017-12-25 13:14:50 HATAY – Li ser berteka gelê navçeya Samandag vê carê Eşîretên Sûriyê li navçeya Reyhanli 3’emîn civîna xwe li dar xistin. Serokê Lîjneya Bilind a Qebîleyan Emîr Cemal Elşeyş ji ber desteka Tirkiyeyê spasî kir û got: “Ji bo em refên xwe bikin yek li hev kombûne.”  Bi hewldana “Artêşa Sûriya Azad” (OSO) ku Tirkiyeyê malovaniyê dike Eşîretên Sûriyê û Lîjneya Bilind a Qebîleyan 3’emîn civîna xwe di 25’ê kanûnê de dê li navçeya Samandag a Hatayê li dar bixista. Lê li ser bertek nîşandana gelê Samandag û derdorê civîn li navçeya Reyhanli ya Hatayê li salonek dawetê hat lidarxistin. Lîjne civîna ewil serê 2017’an li Rihayê, ya duyemîn li Stenbolê kom bûbû û hatibû gotin “Sûriye artêşa netewî ava dike.”    'EM Û TIRKIYEYÊ BI HEV RE TEVBIGERIN'     Civîn ji aliyê 55 serok eşîrên li Sûriyê hat lidarxistin û biryarên li Stenbolê hatibûn girtin hatin dubarekirin. Hat zanîn ku eşîretan li dijî Esad, DAIŞ û PYD’ê biryara bihevre bûn û û yekîtiyê de liv û tevger bikin. Serok eşîrên ereb, turkmen, kurd, suryanî û durzî yên beşdarî civînêbûn di axaftinên kirin de dan zanîn ku bi OSO re tevgerbikin û armanca wan ew e ku ji “rêxistinên terorî” rizgar bibin.    Di civînê de Serokê Lîjnya Bilind a Qebîleyên Eşîretên Sûriyeyî Emîr Cemal Elşeyş axivî û îdia kir ku ew ê wek eşîret û qebîleyên Sûriyeyê dê îstîkrar, yekîtî û nexşeya Sûriyê destek bikin û yên ji malê wan hatine kirin ji bo ji nûve vegerin ewlekariyê bikin. Elşeyş ji di berdewama axaftina de got: “Em banga bi hev re bûnê li birayên xwe tirk û gelê xwe ezîz dikin ji bo Sûriye ji her cûre rêxistinên terorê rizgar bibe dikin. Em ê mil bidin milên miletê tirk ê hêja. Tirkiye ji bo aramî, edalet, azadî û demokrasiya gelê me li gel me bûye. Rêxistinên terorî meseleya her du gelan e jî. Ji bo desteka Tirkiyeyê em spas dikin. Derd û kula me welat e. Nav, xwîn û welatê me yek e. Ji bo em nirxên xwe yên mirovahî, siberoj û refên carek din bikin û hev bigirin em li hev kom bûn.”