HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin 2017-12-25 13:00:14 ŞIRNEX - Şandeya HDP'ê malbata Umut O. 4 salî ku li Hezexê polisan bi wesayîtê lêxist û bi giranî birindar kirin û 9 rojin li nexweşxanê tê dermankirin ziyaret kirin.  Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) malbata Umut O. 4 salî yê polîsan bi wesayitê li  Taxa Aşagi ya navçeya Hezexa Şirnexê, li mer malê li wî xistin ziyaret kir. Şandeya ku parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî di navde heyî, ji malbatê têkildarî tenduristiya Umut agahî girtin. Bîrlîk, diyar kir ku ewê alîkariya hiqûqî bidin malbatê û  dê şopdarê bûyerê bin.       Polîsan di 17'ê Kanûnê de bi maşînê li Umut ê 4 salî xistibûn û bi giranî birîndar kiribûn. Umut 9 rojin li nexweşxaneyê dikoma de ye.