HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne 2017-12-25 12:50:38 ENQERE – Koma HDP’ê ya Meclîsê, bi boneya sererastkirinên bi KHK’ê ketin meritiyetê banga kombûna awarte li Meclîsê kir.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî sepandina “Kincên yek reng” bi KHK’ê xistin meriyete banga lezgînî li Meclîsê kir û xwest awarte kom bibe. Daxuyaniya bangê, bi îmzeya Serokwekîlên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Ahmet Yildirim hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi weşandina KHK’iyên hejmara wan 695 û 696 re îxracên hatin kirin, girtina saziyên sivîl, li girtîgehan sepandina “kincên yek reng”, ne cezakirina rêxistinên hêza paramîlîter û sererastkirina taşeron dixwazin ji Meclîsê tên revandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Armanca van pêkanînên faşîzan û yekperest ew e ku pergala makezagonê ji holê rake, Parlamentoyê bêtesîr kirin û welat bi rejîma OHAL’ê ya KHK’iyan bê birêvebirin. Bi sedan pirsgirêkên welatiyê me li holê ye nehatine çareserkirin. Sedema dixwazin demek beriya demekê ji bo Meclîsê bixin betlanê hewldana dawî jî xwe di KHK’iyên dawî de da nîşandan.”    Her wiha di daxuyaniyê de banga lezgînî li Meclîsê hat kirin ku bi awayekî awarte li hev kom bibe.