Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin 2017-12-25 12:28:04 COLEMÊRG – Li çoltera Şemzînanê di pevçûnê de 2 leşkaran jiyana xwe ji dest da. Li Herêma Baregeha Gedîktepe jî bi teqandina narîncokê leşkerek mir.  Li herêma Kanîreş a navbera navçeya Şemzînana Colemêrgê û Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera leşker û HPG’iyan de pevçûn derket. Li gorî agahiyên ewil hat zanîn ku di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî leşkerên birîndar agahiyên zelal nehatin bidestxistin û hat hînbûn ku li herêmê pevçûn didome. Li herêma pevçûnê liv û tevgrek zêde ya helîkoptêran jî didome.    Li aliyê din li Herêma Baregeha Gedîktepe a girêdayî Qereqola Umurlu ya bi ser Fermandariya Tabûra Rûbarêk a Şemzînanê ve jî bi teqandina narîncokê ya “bêhemdî” leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.