Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike 2017-12-25 11:59:24 HATAY - Sewqiyata leşkerî ya ji Hatayê ber bi sînorê Efrîvê ve dewan dike, ji 300 metreyî de blokên betonî tên rakirin. Tevgera leşkerî ya li ser sînorê Hatay û Efrînê dewam dike. TSK ji naveçya Hassayê ya Hatayê heta navçeya Reyhanliyê li ser tevahiya sînor teqwiyeyê dike. Blokên betonî yên berê Tirkiyeyê danîbûn, ji bo sewqiyata leşkerî ji 300 metreyan cihekî de radikin. Maşîneyên leşkerî bi vî awayî dişînin. Maşîneyên leşkerî yên tên derbaskirin, tê gotin ku li nêzî Efrînê bi cih kirine.   Li qereqola di navbera gundên Curcurum û Sucuyê de jî tevgera TSK'ê tê dîtin, herêma di navbera gundên Yalangoz û Kurtnasir de jî tevgera leşkerî balê dikişîne. Çavkaniyên herêmî aşkera kirin ku ewlehiya li ser sînor di asta herî jor de ye, sewqiyata leşkerî dem bi dem dewam dike, li hin cihan blokên betonî tên rakirin, tevtgera SÎHA û ÎHA'yan bê navber 24 saetan li herêmê tê keşfan dike. Her wiha çavkaniyên herêmî aşkera kirin ku hin cihên ku derbasbûn tê re çê dibû, ji sivîlan re qedexekirine.