Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin 2017-12-25 11:48:27 AMED – Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir ku hevdîtina ku yekitiya neteweyî ya kurd nîqaş dike gaveke girîng e û wiha got: "Ev gava ji bo tifaqa li çar parçeyên Kurdistanê gelekî girîng e. Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin." Di çarçoveya nîqaşên li ser yekitiya neteweyî ya kurd, berdevkên partiyên siyasî yên kurd, siyasetmedarên bi tecrûbe yên kurd, jin, rewşenbîr, hunermend, lêkolînvan, bijîşk, hiqûqnas, rojnameger, mele, rûspî, parastvanên mafên mirovan û gelek saziyên sivîl, di bin navê "Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin" de hatin gel hev û ji bo pêvajoya yekitiya neteweyî bi lez bi pêş bixin, komeke ji 20 kesan pêk tê ji bo xebatê ava kirin.   Di nava kesên ji bo hevdîtinê bang kirin de Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr jî hebû. Baydemîr, der barê xebatên dê îro şûn de bidin de agahî da û ev tişt got: "Piştî tifaqa di navbera kurdan de bê avakirin, pêkhateya sîwanî ya ku bê avakirin, dê ji bo mafê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bide."   ‘YÊN JI TIFAQÊ BIREVE DÊ LI PÊŞBERÎ DÎROKÊ HESAB BIDEIN'   Baydemîr aşkera kir ku yên ji tifaqê birevin dê li pêşberî dîrokê hesab bide û ev tişt got: "Ev civîn ji bo pirsgirêkên bingehîn ên kurdan bên derbaskirin gavek e. Gaveke bingehîn e ku li çar parçeyên Kurdistanê tifaqa kurdan pêk bê. Aliyên ji tifaqê birevin dê ji rûxandinê berpirsyar bin. Ji ber ku tifaq ava nabe, ev derd û kul naqedin."   ‘DERFET NEREVÎ, LÊ DI BIN XETEREYÊ DE YE’   Baydemîr diyar kir ku sedsala 21'emîn derfetên zêrî daye destê kurdan û wiha pê de çû: "Pêşxistina vê derfeta zêrî di destê siyasetmedarên Kurdistanê de ye. Mixabin heta niha ev derfet nehat xebitandin. Lê divê bê zanîn ku derfet di bin xetereyê de ye. Destkeftiyên di siyasetê de wekî masiyan e. Dem bi her du destan neyê zevtkirin dişqite û diçe. Ji ber wê em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê tu kes derengxistina mafên kurdan qebûl neke."    'KETINA KERKUKÊ Û SERKEFTINA ROJAVA HEMÛ KURDAN ELEQEDAR DIKE'   Baydemîr destnîşan kir ku serkeftina Rojava û ketina Kerkukê hemû kurdan ji nêz ve eleqedar dike, heke li parçeyekê binketin hebe, dê bandorê li ser parçeyên din bike û wiha axivî: "Dê ev rewş ji bo kurdan destkeftiyan neyne. Heke Kerkuk ketibe ev windahiya hemû kurdan e. Îro li Başûrê Kurdistanê krîzek heye. Ji dîmenên ku derketine holê kê kêfxweş dibe? Enqere, Tehran, Bexda û Şam gelekî kêfxweşin. Ji bo kurdan tu feydeya xwe tune, zerara kurdan e. Divê kurd di vê şibekê de li Rojhilata Navîn mêze bikin. Ji ber wê li Rojava kurd çi bi dest bixin, dê ji bo hemû kurdan serkeftin be. Ne tenê ji bo hêzekî, dê ji bo hemû hêzan be."   ‘SÎWANA PÊKHATEYA DÊ HEMÛ DESTKEFTIYAN BIPARÊZE’   Baydemîr anî ziman ku heta tifaqa di navbera kurdan de pêk neyê ew ê destê xwe ji xebatan nekişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu mafê kurdekî tune pişta xwe bide kurdekî din. Dibe ku nîqaş û cudahiyên fikrî hebin, lê hev du nedîtin, hev du guhdar nekirin, nayê qebûlkirin. Ew mafê me tune em dijminê kurdan kêfxweş bikin. Divê sîwana pêkhatina bê avakirin. Di binê vê sîwanê de hemû pirsgirêk, tiştên ku bên kirin, bi hev du hatinê tifaq bi pêşxistin û mafê hemû kurdên li cîhanê û destkeftiyên wan tenê bi vê rêyê dikare bê parastin."