Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin 2017-12-25 11:06:14 ÎZMÎR - Piştî nûçeyên der barê penaberên li Wargehên Paşve Şandinê ya Harmandaliyê de derketin, hin penaber şandin wargehên Dîlokê. Hat diyarkirin ku hin penaberên birine Dîlokê ew derbkirine, destê wan bi piştê ve kelepçe kirine, ji bo "Dersînor kirin qebûl kirine" bi zorê belge bi wan dane îmzekirin. Piştî nûçeyên der barê penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Harmandaliya Îzmîrê di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de derketin, penaber şandin Navenda Paşve Şandinê ya Dîlokê.   Penaberên şandin Dîlokê agahî nedan malbat û parêzerên wan. Penaberên bi navê A.A., S.H., H. Xelîl, D. û E. bi koda Şervanên Terorîst ên Biyarî (ŞTB) qeyd kirin. Piştî penaber sewq navendê kirin, parêzer çû serdana wan û ji bûyerê hayadar bûn. Piştî penaber şandin Dîlokê, malbat ditirsin ku xizmên wan dersînor bikin. Li gorî agahiyan penaber derbkirine û bi wan bi zorê dersînor bikin, hin kaxiz (Foruma bi dildarî vedigere) bi wan îmzekirine.    DESTPÊKÊ GOTIN 'HÛN SERBEST IN' PIŞTRE SEWQ KIRIN'   Li gorî agahiyên ku malbat û parêzeran dane, peywirdarên li Harmandaliyê bi carekê de ji penaberan re gotine ku "Kel û pelên xwe kom bikin hûn serbest in" û ew ji wargehê derxistine. Piştre penaberan kelepçe dikin û li maşîneya sewqê sîwar dikin, li ser pirsa "Hûn me bi ku de dibin" bersiva "Dema hûn çûn hûnê hîn bin" dane penaberan. Piştre penaberan dibin Navenda Paşve Şandinê ya Dîlokê.   DERB KIRIN Û AVÊTIN HUCREYÊ   Li gorî agahiyan penaber D. dema ji Harmandaliyê derxistine, peywirdarên li wir li D. dane. Penaberan bi telefonê li malbatên xwe geriyan, aşkera kirin ku bi dijwarî li D. dane û ew avêtine odeyeke wekî hucreyê. Penaberên birin Harmandaliyê, li wir jî bi şidetê re rû bi rû ne, penaberan bi malbat û parêzeran re hevdîtin kirin ev tişt gotin: "Lembeyên avahiyan jî vekirî bimîne li me didin."   DESTÊ WAN JI PIŞTVE KELEPÇEKIRIN!   Her wiha malbatên penaberên li Dîlokê ragihandin ku penaberên li Navenda Paşve Şandinê tên girtin, wekî ku "Bi dildarî" diçin dayreyê belge (Foruma Vegera Bi Dilî) bi wan daye îmzekirin. Dîsa penaberan aşkera kir ku "Polîs bi destpêkê divê îmze bike. Kesê îmze nekirin destê wan bi piştê ve kelepçe kirin û belge bi mohra tiliyan bi wan dan îmzekirin."   ‘BELGEYÊ BI ZORÊ ÎMZE DIKIN’   Nazîr Xelîl ê kurê wî bi zorê ji Navenda Paşve Şandinê ya Harmandaliyê birine, bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî. Xelîl aşkera kir ku kurê wî gotiye ku ew derb kirine, kurê wî di bin tundiyê de ye, ji bo kurê xwe bibînin ji Îzmîrê çûne Dîlokê. Xelîl jî piştrast kir ku kurê wî gotiye ku xwestine bi zorê belgeya dersînorkirinê bi wan bidin îmzekirin; lê wan îmze nekiriye. Xelîl da zanîn ku penaberên ku parêzerên wan tune ne, belge bi zorê bi wan dane îmzekirin, ji ber penaber bi tirkî nizanin, ji wan re gotine ku "Kesên îmze bike em ê bangî parêzeran bikin" di bin navê belgeya parêzer xwestinê de, forma paşve şandinê bi wan dane îmzekirin.   MA / Ahmet Kanbal