2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin 2017-12-25 10:38:30 STENBOL - Li Tirkiyeyê yekemîn wergervanê zimanê kurdî yê fermî Mehdî Tanrikulu, di navbera 2016 û 2017'an de serlêdanên wî yên wergervaniyê qebûl bûbû, serledana 2018'an ji ber cezayekî di 1993'yan de girtiye, red kirin. Li Tirkiyeyê yekemîn wergervanê fermî yê zimanê kurdî, 2 sal bû li dadgehên Tirkiyeyê wergervanî dikir, serlêdana wî ya sala 2018'an qebûl nekirin. Wergervenê serî li Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Yekemîn a Daraza Edlî ya Stenbolê da, serlêdana wî red kirin.   Di 25'ê Çileya 2013'an de "Pêşnûmeya Qanûna Daîreya Di Hin Qanûnan de Guhertina Ceza û Qanûna Dadgeha Ceza" de sererastirin pêk hatin û li dadgehan pêşî li parastina bi zimanê kurdî jî vebû. Li ser guhertinê dadgehan jî wergervanên zimanê kurdî girtin. Yek jî kes ku ji bo wergervaniya zimanê kurdî serlêdan kir, Mehdî Tanrikulu bû û yekemîm wergervanê zimanê kurdî yê fermî ye.   JÊ RE ASTENGIYAN DERDIXIN   Tanrikulu di sala 2013'an de ji bo wergervaniyê serî li Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Yekemîn a Daraza Edlî ya Stenbolê da, bi îdiaya di sala 1993'yan de der barê wî de doza "Endamtiya rêxistinê" vebûye û cezayê wî hatiye erêkirin, serlêdana wî nehat qebûlkirin. Bi biryara dadgehê hemû mafên Tanrikulu yên cemaweriyê qedexe kirin. Tanrikulu sala din jî serlêdan kir, serlêdana wî dîsa red kirin. Tanrikulu yê serlêdana wî 2 salan red bû, di sala 2016-17'an serlêdanên wî qebûl bûn, di danişînan de wergervanî kir.   Tanrikulu ji bo wergervaniya sala 2018'an serlêdan kir, careke din li biryara Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Yekemîn a Daraza Edlî ya Stenbolê aliqî û hat redkirin. Wekî hincet jî cezayê di 90'yan derket pêş, lê Tanrikulu careke din serlêdan kir.   DADGEHÊ MAFÊN WÎ ÎADE KIRIBÛ   Tanrikulu berî 2 salan der barê Serokatiyê de serlêdana sûc kiribû, lê hêj serlêdan venegeriya dozê. Ji hêla din ve 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku hat girtin, di sala 2015'an de biryar da ku mafê wergervaniyê yê di sala 1993'yan de ji destê Tanrikulu hatiye girtin, careke din bidinê.   'HEQÊ KU DIDIN WERGERVANAN NADIN MIN'   Tanrikulu diyar kir ku li dadgehan ew bi pêkanînan re rû bi rû maye û wiha axivî: "Berovajîkirineke cidî heye. Di pêkanînên li ser kurdî jî derbasdar e. Dema min wergervanî dikir jî heqê ji bo wergervanan dihat dayîn, nedidan min. Dema kurdek li mafê xwe bigere, bi astengiyên dewletê re rû bi rû dimîne." Tanrikulu bal kişand ser cudakariyên li dijî wî pêk hatine û ev tişt got: "Di danişîneke ku em bi wergervanê erebî re man, ji bo yê ereb 500 TL, ji bo min 250 TL dan. Tenê ev mînak her tiştî radixe ber çavan."   MA / Yasîn Kobulan