Turk: Bi kincên yek rengî dixwazin kurdan terbiye bikin 2017-12-25 09:22:38 AMED – Siyasetmedar Ahmet Turk sepandina “Kincên yek reng” bi OHAL’ê ku xistin meriyetê nirxand û got: “Biryara kincên yek rengî ji bo kurdan terbiye bikin girtin e. Ev sepandin dê li Tirkiyeyê rê li ber tevlîheviyên cidî vebike.”  Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk beşdarî civîna “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” a di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya kurd de li Amedê hat lidarxistin bû û mijarên di rojevê de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Turk çalakiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê, yekîtiya neteweyî ya kurd û sepandina “Kincên yek reng” a bi KHK’ê xistin meriyetê nirxand.    ‘PÊWÎSTE SIYASETMEDAR XWE DI BER ÇAVAN DE DERBAS BIKIN’    Turk bal kişand ser li dar xistina referandûma “serxwebûnê” ya li Herêma Federal a Kurdistanê û got: “Referandûm daxwaza hemû gelê kurd bû. Îro gelê kurd ji bo jiyanek azad amade ye ku gelek tiştan feda bike. Lê şert û mercên tê de derbas dibe û van şert û mercan bi gel re neyê nîqaşkirin biryar girtina bi serê xwe îro me anî vê astê. Me hemûyan dixwest gelê Başûr gelê kurd bigîhîje armanca xwe. Divê siyasetmedar kêmasiyên di vê mijarê de kêmasiyên xwe baş tespît bike û xwe di ber çavan de derbas bike.”    ‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZA GEL’    Turke bang li hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê kir ku guh bide daxwaza serî hildana gel û wiha dewam kir: “Em daxwaz dikin ku çalakiyên li başûr diqewimin di riya demokrasiyê de li pêş bikevin. Rêbaza mudaxeleya hikûmeta başûr ku li dijî gel dike nayê qebûlkirin. Em teşeyê vê mudaxeleyê şermezar dikin. Gel dimeşe û ramanên xwe tîne ziman. Divê ku siyasetmedar guh bidin vê daxwaza gel.”    ‘DIVÊ RUHÊ BÎRDOZIYA NETEWÎ AVA BIBE’    Turk destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya kurd ji bo kurdan gelek girîng e û wiha axivî: “Her tim em dibêjin yekîtî. Lê rastiyek wisa heye ‘yekîtî’ bi gotinê pêk nayê. Ji bo yekîtiyê divê hemû partî bibin dengê gel. Kesên xebata siyasî didin meşandin divê li gel guhdar bikin. Dema li daxwaza gel guhdar nekin ne pêwîste yekîtî jî pêk were. Her tim ez dibêjim yekîtiya neteweyî ji bîrdoziyê cuda ye. Bîrdoziya we çiqas baş be bila baş be tevahiya gel di bin sîwana yek bîrdoziyê de nîne. Bîrdozî divê hemû kesî di bin ruhê netewî de bîne ba hev. Pêwîste hemû kes ji bo yekîtiya gelê kurd dest bi xebatan bike. Pêdiviya me ya bi lez û bez yekîtiya neteweyî ye.”    ‘BIRYARA BÊDENGKIRINA KURDAN E’    Turk bal kişand ser sepandina “Kincên yek reng” ku bi KHK’ê xistin meriyete û wiha pêde çû: “Dixwazin bi vê pêkanînê gelekî bêdeng bikin. Li Tirkiyeyê siyasetek dîktatorî tê birêvebirin. Ev siyaset bi zextan tê meşandin. Di 12’ê Îlonê de jî hewldanek wisa çêbûbû. Wê demê jî ferzkirina kincên yek reng hatibû kirin. Ev biryar tenê ne biryara kincekî ye. Ev biryara terbiyekirina kurdan e. Dixwazin bi vê biryarê kurdan bêdeng bikin.”    BANG LI HIKUMETÊ KIR    Turk da zanîn ku pêkanîna hewl bidin bikin dê bibe sedemê gelek tiştan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aqilê vê dewletê ne ew aqile ku pirsgirêkên li pêşiya xwe bi riya diyalog û çareseriyê çareser bike. Dixwazin zerarê bidin gel. Li ser vê rêbazê dimeşin. Ez bang li hikumetê dikim ku dev ji vê biryara xwe berde.”