'Divê li dijî tecrîdê berxwedan pêş bikeve' 2017-12-25 09:10:57 DERSIM – Hevserokê DBP’a Dersimê Alî Kurt da zanîn ku ew ê li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin û got: “Li dijî tecrîdê divê berxwedan bê kirin.”   Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Dersimê Alî Kurt ê ku nû hat hilbijartin der barê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî elewiyan de axivî. Kurt da zanîn kul i Tirkiyeyê polîtîkaya rehîn girtinê û zextan dikin jiyanî û ji hevserokên giştî yê partiyan bigire heta bi hezar û endam û rêveberên partiyên wan girtî ne. Kurt got ku li gel polîtîkaya zext û çewisandinê jî girêdana gel a bi têkoşînkirinê re didome.    'LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN LAZIM E’    Kurt destnîşan kir ku polîtiya zextan ew nikarin ji tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serbixwe bigirin dest û got: “Polîtîkaya tunekirina kurdan di rojevê de ye. Lê gelê kurd ji her deme bêtir xurtir û rêxistinkirî ye. Têkoşîna kurdan a li Rojhilata Navîn derketiye astên herî jor. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi salan e dewam dike. Di şexsê Ocalan de gelê kurd tecrîd dikin. Divê em jî li hember vê yekê li ber xwe bidin. Divê em xwedî li Ocalan derbikevin û li dijî tecrîdê di nav çalakiyan de bin. Li Dersimê wê li dijî tecîdê çalakiyên me pêk bên.”    'AKP DIRIZE’    Kurt diyar kir ku polîtîkaya hemû desthilatdarên hatin û çûn li dijî tunekirina kurdan bû û wiha dewam kir: “AKP jî berdewama wan desthilatdaran e. Di nav AKP’ê de hilweşandin xwe amade dike. AKP ber bi têkçûnê ve diçe û dirize. Heke ku AKP ev 15 sal e li ser kar be sedemê polîtîkaya xapandina kurdan e.”    ‘DIVÊ ELEWÎ BIBIN YEK’   Kurt bal kişand ser erîşên li dijî elewiyan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka komarê hemû bi rijandina xwîn û rondikên çavên kêm netewan tije ye. Ji dîrokê ve heta niha li dijî elewiyan komkujî pêk tên. Niha jî ev bi destê AKP’ê dewam dike. Divê li dijî bi lezgînî elewî li hev kom bibin û xwe birêxistin bikin. Her wiha pêwîste elewî xwe li dora tevgera azadiyê kom bikin. heke ku wisa bibe dê êrîşên li dijî elewiyan vala derbikevin. Em bibin yek wê kes nikaribe êrîşî elewiyan bike.”