ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-25 09:00:29 * Xewn, xeyal û daxwaza sed salan a kurdan yekîtiya neteweyî carek din li Amedê bi beşdariya gelek sazî, dezgeh, şexsiyet û kesên ronakbîr hat nîqaşkirin. Di civînê de li ser gelek mijarên girîng ên bi serê kurdan re derbas dibin hatin axivîn û bi zimanekî aşkere hat vegotin ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê kurd wek nan û av ferz e.  * Siyasetmedar û ronakbîrên beşdarî civîn ango dîdariya “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” bûn diyar kirin ku di demek wiha awarte de ku kurd derbas dibin yekîtiya xwe ava bikin û ji bo avakirina yekîtiyê û dahatûya tifaqê daxwaz heye.    *Siyasetmedar Ahmet Turk sepandina “Kincên yek reng” bi OHAL’ê ku xistin meriyetê nirxand û got: “Biryara kincên yek rengî ji bo kurdan terbiye bikin girtin e. Ev sepandin dê li Tirkiyeyê rê li ber tevlîheviyên cidî vebike.”    *Hevserokê DBP’a Dersimê Alî Kurt da zanîn ku ew ê li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin û got: “Li dijî tecrîdê divê berxwedan bê kirin.”    * Li girtîgehên zarokan 2 hezar û 800 zarok hene. Parêzer Hasan Erdogan jî got k di du salên dawî de hejmara girtiyên zarok ji sedî sed zêde bûye û got: “Ji sedî 85’an zarok ji ‘sûcên li dijî mal’ girtî ne. Sedemê vê yekê jî bêkarî, xizanî û koçberiye.”    * Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr de bi îdiaya heqaret li Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û Qeyûmê Amedê Cumali Atilla kiriye fezleke  amade kir.    * Du zarokên ji bo kar û barên edlî birin qereqolê polîsan li wan xistibû, hêj rayedarên dewletê der barê şideta li dijî zarokan de bêdeng in. Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik da zanîn ku şideta li dijî zarokan di warê ruhî û fîzîkî de wan têk dibe.   *Gelê Geverê bertek nîşanî gotina Erdogan a "Me Gever ji nûve rakir ser piyan" dan û diyar kir ku tu agahiya Erdogan ji Geverê tune ye. Geveriyan, anîn ziman ku Erdogan bêyî di Geverê re derbas bibe li ser Geverê şiroveyan dike.    *Li Erdemliyê, jinên ku di karên paketkirin û barkirinê de dixebitin, ji bo xebata 10 saetan 80’î TL qezenc dikin.    * Tercûmaniya Mehdi Tanrıkulu ya bi kurdî di salên 2016 û 2017'an de hat qebûlkirin, lê di sala 2018'an de bi sedema ceza xwariye dê nikaribe tercûmaniyê bike.    * 2'yemîn danişîna doza Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a wekîltiya wê hat betalkirin, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Rojnameya Cumhuriyetê  û xebatkarên wê dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), dê li pêş Girtîgeha Bakirkoyê têkildarî 'Cilên yek tîp' daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * DÎSK'ê dê li dijî biryara KHK'ê ya karkerên taşeron li Navenda Giştî ya Beşiktaşê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya Em karê xwe paşve dixwazin li Kolana Yukselê di roja 412'an de berdewam bike. (13.30/18.00)